Lehî rabû, tirba Ehmedê Xanî kete vî halî

Li Agiriyê lehî rabû û li derdora Agirî û Bazîdê bandora xwe zêde kir û hinekî zerar da Tirba Ehmedê Xanî û Qesra Îshaq Paşayê.

Li Agiriyê taviyên baranê, bûn sebeba lehiyeke mezin. Li herêmê hemî best û bor û çem ser ve çûn û zerar dan berhemên dîrokî jî. Rêya Tirba Ehmedê Xanî û Qesra Îshaq Paşa hemî bûn kevir û herî. Av û herî kete nava Tirba Ehmedê Xanî de jî.

Piştî ku lehî sekinî, li Tirba Ehmedê Xanî û derdora wê xebatên edilandin û paqijkirinê dest pê kirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin