ji bo çi ew salên xwe yên dawî ji rêzaniya welat ew dûr ketî bû?..
“Di Osmaniyan de lîstik pir in!” Dema yek têk diçe, li ciyê wê yeke nû dîn bi kar tînin! Dawî li Osmaniyan hat jî, li ciyê wan Kemalîst rûniştin! Kemalîstan, lîstikên Osmaniyan bêtir lîstik li Dêrsimê li ser gele Dêrsimî bi kar anîn!.. Di jiyana Dr. Beytar Nurî Dêrsimî de pir lîstik bi kar hatine ku mirov bi hêsanî wana nikane ku ji hevûdû cûda bike!..
Li gor agahiyên di dest me de heyî (1) Navê wî yê rast weku li ser gora wî hatî nivisî “Muhammed Nurî Dêrsîmî” ye. Hin caran gotina ji dayîk bûna wî li sala 1890’î, 1893 an heya 1894 jî hatiyê nivisîn. Nivisîna Wikipedia mirov esas bigirire di meha Adarê de li gundê Axzîronîkê „Akpinar“, girêdayiya Perî/Hozatê li sencaxa Dersimê sala 1894 an de hatiyê dinê. (2) Di hin ciyanda ji dayîk bûna wî wek sala 1894 an tenê hatiye nivisîn. Jiyana wî di nav emrekî tirş û tal de li Dêrsimê û li bajarê Halebê, nêzîkî Çiyayê Kurmênc (Kurd Daxî) di roja 22 ê meha Tabaxê sala 1973 an de ew çûyê ser dilovaniya xwe!..
Min cara yekem sala 1974 an da tirba wî ya li Gundê Hinaran li goristana Tirba Şêx Hanan de serdan kir. Li wê deverê li Gundê Qitmê mala apê min ku bi navê Şexino dihat nasîn hebû! Paşê jî çendek caran ez dîsa li Rojavayê Kurdistanê bûme mêvan! Navê wî hin ciyan de wek “Muhammed “ an jî wek”Mehmed, Memet” jî derbas dibû! Navê xwe yê rast yê bi gotina gorbehîşt bi xwe re di bin bandora zimanê Erebî de gotiyê:“ Muhammed Nûrî Dêrsimî Îbn el-Molla Îbrahîm Colikoxlî“ hatiyê bi nav kirin. Bavê wî wê demê mamosteyê hînkirina ziman û çanda Dêrsimê ji bo zarokan mamoste bûye. Di wan salan de li Dêrsimê xwendin û nîvîsandina zimanê zikmakî gelek hindik bû!..
Wî cara yekem li Hozatê dibistana seretayî li gel mamoste Hafiz Hidir dest bi xwendina xwe kirye. Li Harputê (Elazîz) rûştiyê (dibistana navîn) û dibistana îdadî (lîse) qedandiye. Paşê diçe İstanbulê li Kadikoyê zanîngeha Veterînerê dixwîne û wê tewaw dike. Paşê hin caran dest bi karê veterînerê leşkerî û hin caran jî karê veterînera siwîl dike. Ew piranî wek Dr. Baytar Nurî Dersîmî li welat hatiyê nasîn û nav dayê!.. Di wan salên de tevî rêxistina bi navê “Kurdistan Tealî Cemiyetî” bûye. Di komela xwendekarên Kurd ya bi navê “Kurd Talebe Hevî Cemiyetî” de di nav avakarên komelê de cîh girtiye û bûye endam! Di serhildana Koçgîrî û ya Dêrsimê de hin karên girîng jî kirine!..
Li sala 1921 an de li dadgeha Dîvan-i Harbê de mahkûm bûye! Xwe ji dest wan xelas dike û diçê nav tevgera Dêrsimê!.. Di vê navbeynê de jiyana wî hinek nepêniye!..
Jiyana wî ya şexsî jiyanek şoreşgerî û hinek jî şelpeze û tevûhev e! Zewacên wî de mirov van astengên jiyana wî tesbît dike. Cara yekem di xortaniya xwe de zewaca xwe ya yekemîn li bajarê Sêwasê li bajaroka Kangalê bi qîza Hacî Axayê Çamşixî ya bi navê Selwî‘ye va kirye!.. Dema li Kangalê derbazî Dêrsimê dibe diçe li gundê Seyîd Riza li Axdadê cîwar dibe. Zewaca xwe ya duwemîn bi qîza axayê aşîra Keçelan ya Munzur Axazade ve dike! (3) Ji bo vê zewacê Nurî Dêrsimî di serboriyên xwe da dibêje:“ Hin axayên Kurd li dijî Seyîd Riza û tevgera dibû bûn. Ez dema çûm nav wê eşîrê ji bo ku bêtir tesîr bikim, ez bi qîza axa va zewicim! Qasî salekê ez li wêderê mam. Min dît ku ew nêzîkî tevgerê nabê! Paşê dîsa ez vegerîyam gundê Axdadê!..
Di ew şerê germ da dema li gel Seyîd Riza dima, li vir vediqetê diçe nêzîkî bajarê Elezîzê ji xwe re çewlîkîkê (çandingeh) dikire!.. Sala 1926 an li Elezîzê jiyana xwe ew berdewam dike! Di ew salan de li ser jiyana Nurî Dêrsimî pir agahî nîn in. Lê tê zanîn ku bi valiyê Elezîzê ve hevdû dîtinên wan hene! Heya ku valiyê navçeyê yê mezin yê nijadperest Addullah Alpdogan ve jî hevdîtinên wan dibin!..
Di serboriyên xwe de 10 ê Çiriya Pêşîn sala 1937 an de çûyîna Seyîd Riza ya Erzincanê bi rêhavalê xwe Hûsên û yawerê xwe Rizo Bert ve dêmjimara şevê 22.00 an de bi gotinên girtina Seyîd Riza va hevûdu nagirin ew teslîmî hukumata Tirk dibe! (4). Di serboriyên Karerlî Mehmet Efendî de „Baytar Nurî, mirovekî piştgiriya Mustafa Kemal girtiye! Di aliyê dîn de mirovekî di bin piştgirtiya Umum mufettiş Îbrahîm Talî de ji bo nûçe berevkirinê ye!“ têye gotin. (5) Di van gotinan de dema mîrov hûr lêbinêre di vir de nexweşiyek cidî heye!.. Ez naxwazim vê mijarê dirêj bikim. Di vir de ew dayîn û sitandin ne baş e! Di zagona Kurdan de adetên wûsa nabin û nayên meşinî!.. Ew axaya bi rêyek wûsa bêtir bûye neyarê tevgera xwe ya Dêrsimê!
Di serborîyên xwe de di vê navbeynê de pir gerên nepênî (dizî) hene ku mirov jê bawer nake!.. Dema mirovek ne tam bi bawerî be, ew nikare ku di nav şer de jî bi dil û can kar bike! Mirovên wûsa du dilî îro jî di nav tevgera netewî de hene! Seyîd Riza û hevalên wî hatin darda kirin şunda jî, jiyanek pir ne rêkûpêk jiyana Dr. Nurî Dêrsimî her berdewam dike…
Li paş şerê cîhanê yekemîn de dema di Kurdîstan Tealî Cemîyetî de bû, mirovên wî bi wan re dayîn û sitandin dikirin mûdûrê polisan, Erkan-i Harb Qaymaqamî û Teşkîlatı Mahsusa (îstîhbarata Napênî) ya navê xwe yê dîn „Umuru Şarkiyê“ bû ku bi Enver Paşa va girêdayî bû!.. Mirovê bi van rêxitinan re bide û bistîne, ew nikane ku di nav tevgerek netewî de jî kar bike!..
Wextikê diçe Eskişehirê li mala hevalê xwe yê beytar Musayê Sêwasî dibe mêvan! Di hûndirê çend rojan de xeberê istihbarata Tirk ji hatina wî pêdihesin! Dorpêçkirina mala heval de mayîn ji wî re xetere bû. Ji hevalê xwe çarşevek reş dixwaze! Hevalê wî dibêje di malbeta me da kesî çarşefan xwe dike nîn in! Dervayî mal çarşevek jê re dibinin! Ew wêne serxwe da berdide! Wek jinan di nav yên ew mala dipeyan re dihêrike diçe îstasiyona trênê! Rêwîtiyek zahmet xwe digîhîne bajarê İslahiyê û li wir jî diçe bajarokê Hasa û gundê Axtepê! Mirov têgîhîje ku wî navê Qoco Axa zûda bihîstiye!..
Malbeta Qoco Axa û zarokên wî rêhavalên min bûn. Ji bo vê jî ji salên 1970 yî vir de malbeta Qoco Axa û mala Beytar Nûrî min navê wan bîstî bû û bi agahdariyên heyî min ewna dinasîn!..
Nurî Dersimî bi tirenê heya bajarê Hasa rêwîtiya wî berdewam dibe. Di şerê cîhanê yekemin şûnde li wê deverê Fransizan demek dirêj heya salên Hatay tevî Tirkiyê bûyî mayîne! Di wan salan de Qoco Axa (Qoco Elbistan) di rêvaberiya Fransizan de, ew berpirsiyarê wê navçê yê ewletiyê (asayişe) bûye!.. Dema ew navçeya Hatayê sala 1939 an de kete bin rêvaberiya Tirkiyê, Qoco Axa jî bûyê hem welatiyê Tirkiye!..
Dema li wê navçeyê leşkerên Fransizan xwe paşve vekişandin şunda, ciyê wana dema leşkerên Tirk bigirin, paşayê leşkerên Tirk xeber şandiyê Qoco Axayê û gotiyê ez bi leşkerên xwe ve emê nîvro li gundê we bin! Di wê navbeynê de li gundê wan û li gundên cinar biroj û firaq hatine kom kirin! Bi dehan beran û mîh hatine serjêkirin! Nanê nîvro ji bo leşkerên Tirk dema amade dibû, di nav gel de dihatiyê gotin ku: “Qoco Axa heya îro mirovê Fransizan bû! Kî dizane ku paşayê Tirk yê çi cezayî bide wî!” Leşker dema nêzîkî gund bûne, gundî hinek dixwazin pêşbaziya wan bikin! Qoco Axa jî li pêş gundiyan rawestiye. Dema paşa nêzik wan dibe, silavek dostanî dide wan! Qoco Axa jî dibêje ji we ra me nanê nîvro amade kirye. Gundê Axtepê bi sedan leşkerên Tirk dikin mêvan û zikê wan têrdikin! Wê rojê şunda Qoco Axa bi rêvaberiya Tirkan ve jî dema xwe baş diborîne!.. Ew dîsa dibe berpirsiyarê wê deverê!..
Malbeta Qoco Axa ne ewqas dewlemend bû!.. Lê bele dile Qoco Axa dewlemend bû. Ew dewlemendiya wî ji bingeha malbetê dihat! Wî zarokên xwe hemî dane xwendin û perwede kirine! Li gundê “Axtepe” bi navê “Husên” Beytar Nurî wek gundiyan mêvandarî li mala Qoco Elbistan dibe mêvan! Qoco Axa, bavê Dr. Koço Elbistan e, ku ew di doza 49 Kurdên welatparêz de hatiyê darizandin. Li wê navçeyê parêzer (Awuqat) Sitki Elbistan di dema xwe de li seranserê Hatayê û li İskendûrûnê bi werekî û bi welatparêziya xwe dihat nasînî! Ew jî, ji wê malbetê ye. Dîsa hevalê me yê bi salan têkoşerê newestî ji avakarên Komela Karkirên Kurdistan li dervayî welat (KOMKAR) Memet Elbistan bi karên xwe yên welatparêz di nav Kurdên li Elmanyê dijîn de ew tê nasîn. Ew di 93 saliya xwe de sax e! Ew bi welatparêziya xwe bi navûdeng e! Dibêje:” Ez heya Kurdistanek azad nebînim, ez namirim!” Ew nûha li benda rêya Kurdistanek azad dipê!..
Bi rêya Memet Elbistan min mala Dr. Beytar Nurî Dêrsimî li Halebê nasî. Bavê wan camêran Qoco Axa li navçeya xwe ya lê dijî her bi nav û deng bû ku navê wî li Çiyayê Kurmênc jî dihat bihîstin û nasîn!..
Ewna bi eslê xwe ji Elbistanê, ji Gundê Qantermê ne! Ew gundekî dedeyên Axûçan û pîrên wan lê dijîne. Lê malbeta Qoçoyan dedetî û rola seyîtiyê zûda berdayîne. Disa jî malbeta wan di nav Kurdan de ewqas xort bû ku Kurdan jê ra wek “Qoco Axa” bi nav dikirin!..
Malbeta Qoco Axa, zûde ji Elbistan ji gundê Qantarmê derketîne û çûyîne navçeya Hatay, Çiyayê Kurmênc û derdora Halebê di rewşek goçeberî de jiyane! Ew malbeta dawî de li navçeya Hatay û bajaroka Hasa wek goçber mayîne! Dawî de li gundê Axtepê ji xwe re xaniyek ava kirine û li wir cîhwar bûyîne…
Rûspiyên Kurdan gotine:”Dilê tirsonek sînga gewr nabîne!..” Mirovên şoreşger berî her tiştî pêwiste ku tirsê ji dilê xwe bavêjin û wê bikujin! Kesên şoreşger qet tirsok nabin! Pîtolê (feylezof) Elmanan yê bi nav û deng Friedrich Nietzsche ji bo tirsa mirov wûsa dibêje: "Dijminê (neyar) rihê mirovan yê herî mezin tirs e; dema te ew tirs têkbir, wê demê tu azad e!“ dibêje!..
Heke baweriya mirov ji xwe nebe, ew nikarê ku wek pêşeng welatê xwe biparêze!..
Tevgera gelê Dersimê ez pir caran ber bi xwe birime û ez di nav wê de şêtûpêt mayîme!.. Di nav tevgera Dêrsimê de Mirovên wek biraziyê Seyîd Riza yê binavê Rayber Qop gelek bûn! Wana sere Alî Şêr û Zarîfê jî ji bo çend quruşan jêkirin! Dema ez li wê tevgerê dinerim, bes li pêş çavên min Pîr Seyid Riza û hevalên wî tanê dimînin! Yên dîn feqîr û belengaz bûn! Hinek jî sîxûr (casus) û xwe firoş bûn! Kesên tirsok û xwe firoş, ewin ku lêhengên bê tirs tenê hîştîne!..
Di tevgera Dêrsimê de mirovekî Kurd bi nav û deng wek lêheng, ronakbîr û beytarê ajalan (heywanan) yê bi navê Dr. Nurî Dêrsimî tê nasîn hebû! Li gor baweriya min, ez dixwazim wî di bin hûrnêrînekê de ji Kurdan re carek dîn bidim nasandin! Ez li ser qenciya wî pir nesekinim! Bêtir dixwazim di jiyana wî de bê qerar û tirsonekiya wî bînim holê û li ser wê rawestim!..
Di zindanan de wek pir Kurdan li ser Nurî Dersimî jî têda û lêdan bûyîne! Mirov dinêre dema di tevgera germ de ew diçê Elazîzê bi cîhûwar dibe! Dr. Nurî Dersimî li Tirkiyê ji Tirkan pir kişandiye! Xof û tirsek mezin li ser wî peyda bûye! Ez bawer dikim ku ew xof û tirs heya jiyana wî têkçûyê li ser wî maye!..Çav û dilê wî hatine tirsandin! Ew tirsa wî di jiyana wî de her berdewam kirye!.. Dema mirov wûsa bijî nikare ku pirofesyonel pêşengiya tevgerek netewî bike! Îro jî di nav tevgera Kurdan de mirovên wûsa pêşengiya tevgeran dikin hene! Encama wana hemiyan yê wek encama Dr. Nurî Dêrsimî bibe! Roja em têda dijîn pir partiyên Kurd hene. Rêbaz û bîrûbaweriya wan jî hemî wek hevin! Çi hîkmet e kû dema bibin yek her yek alîkî de dikişîne û nabin yek!..
Salên borî de jî li Tirkiyê di nav hêzên çep de jî rewş wûsa bû! Hemî li ser bîrûbaweriya Marksîzmê dimeşîn! Dema dixwestin bibin yek, her hêz di alîkî de diçûn û nadibûn yak hêz!.. Îro ji wan hêzan yek jî nemaye!.. Hêza serdest û dewlet dizanin ku di nav rêxistinan de çawa kar bikin! Ji xwe karê dewletê ew e!..
Dema şerê cihanê yekemîn şûnda Kurdistan dîsa di nav dagirkeran da hate dabeşkirin, ronakbîr û rêberên Kurdan yên welatparêz dewlemend nerazî bûna xwe bi civînan bi rêva dibirin! Komcivîna herî girîng di roja 5 ê Cotmeh 1927 an li Lûbnanê bajarê Nihamdunê bi navê Hoybûn (Xoybûn) pêk hat. Di civînê de Kurdistan Tealî Cemiyetî, Kurd Millet Fikrasi, Comite de İndependence Kurde û welatperwerên Kurd ji İraq, îran, û ji Tirkiyê pir mirov tevî vê kongrê bûn. Kongrê 45 rojan berdewam kir…
Di kongra bûyî de yek ji wana Ahmed Abdurrahman Axa bû. Di hevpeyvînek xwe de navê beşdarên kongrê 15 mirovan wûsa bi nav dike:“1. Celadet Ali Bedirhan Beg 2. Lawê Şêx Saîd Ali Riza 3. Memduh Selim Wanly 4. Doktor Şûkrû Mehmed 5. Fehmi Beg ( Katibê Şêx Saîd 6. Ji İraqê Kamil Efendi 7. Ji İraqê Abdûlkerîm Efendi 8. Ji Tirkiyê Tevfik Efendi 9. Haco Ağa (Reîsê aşîra Hevêrkan) 10. Emin Ahmed (Reîsê aşîra Raman) 11. Bedreddîn (Reîsê aşîra Hebizbinî) 12. Bozan Beg 13. Mustafa Şahîn Beg 14. Ahmed Abdurrahman Axa (Lawê Şahîn Ağa) 15. Abdullah Cizravî, (Ehmedê Abdurehman Axa, Şoreşa Şêx Seîd).
Li gor raporê îstîhbarata îngîlîzan navê endawên Xoybûnê yên çalak wûsa hatine rêz kirin: Mevlanzade Rifat, Alî Îlmî, Memduh Selîm, Celadet Alî Bedîrhan, Haco Axa, Emîn Perîhan, Mustafa Berazî, Dr. Şûkrû Sekban, Cemîl Beg Baban, Halîl Rahmî Bedîrhan Beg, Avnî Bedîrhan Beg.
Di hin ciyan de navê Dr. Beytar Nurî Dêrsimî û hin kesên dîn jî derbas dibin. Ez bawer dikim ku agahiyên jor ji bo beşdarên Kongra Hoybûnê rastin. Ji ber ku Nurî Dêrsimî dema ew derbasî binxetê dibe, ew pir caran tevî çalakiyan nabe! Karê wî yê beytariyê têrî dema wî dike!..
Dema Hoybûn hate damezrandin şûnda navenda wê li Halebê du salan berdewam dike. 10 ê Tîrmehê sala 1930 di rojnameya „Vakit“ de katibê Hoybûnê du salan berê ji aliyê Fransizan ve tayînî lîseya Antakya dibe. Navê wî „Memduh Selîm“e! Memduh Selîm ji bo civînan her car diçê Halebê û tê!.. Di wan salan de Fransizan di bin tesîra Tirk û Ereban de li ser Kurdên sîyasetmedar bandorên neyînî kirine! Berpirsiyarê Partiya Demoqrat Osman Sebrî jî di wan salan de sûrgunî gireva Madakaskar kirine!..
Dr. Beytar Mehmet Nurî Dêrsimî li paş têkçûna tevgera Dêrsimê jiyanek wî ya nepenî her berdewam dike. Ez di vê gotarê de hinek dixwazim jiyanê wî ya wê demê ronahî bikim! Wextekê bi rêyên cûda cûda xwe li Kurdistanê vedişêre!.. Di wan veşirtinan de ez dixwazim çûyîna wî ya bajarê Eskişehirê û mayîna wî ya dirêj qasî salekê li navçeya Hatay (Antakya) li bajarokê Hasayê li Gundê Axtepê ku ew gundê Qoco Axa bû, li wir dimîne. Qoco Axa bi navê „Hûsên“ wînî li ser nifusa Elbistanê qayd dike û jêra nasnameyek derdixîne!..
Dr. Beytar Mehmet Nurî Dersimî li wêderê li gundê Axtepê li mala Qoco Axa demek dûr û dirêj qasî salekê zêdetir li wir dimîne!.. Ew agahdarîya min ya lawê Qoco Axa yê herî biçûk îro 93 salî li Elmanyê bajarê Nurinbergê dijît Memet Elbistan dayê mim. Birêz Memet Elbistan vê bûyerê wûsa ronahî dike:“Wê demê Dr. Nurî Dersimî li Şamê li gel Celadet Ali Bedirhan bûye!.. Ji aliyê balyozxana Tirkiyê ve ewna her dem di bin xeterekê da jiyana xwe didomandine! Ji kuştinê Dr. Nurî Dersîmî biparêzin, Celadet Ali Bedirhan ew bi rêya qeçakçiyan ve şandiye gel Qoco Axa! Jê ra gotiyê: „Bes ew mirova dikane te piparêze!“
Min bûyerek wûsa ya Qoco Axa dîsa bîstî bû! Ew bûyer çiqas bi bûyera jor ve girêdayî ye baş nizanim! Li İskendûrûnê istihbaratê xeber girtiye ku li Axtepê mirovekî girîng qacax heye! Îstihbarat hatine wî gundî. Dîtine ku ew mêvanê Qoco Axa‘ye! Axa li wê navçeyê weke dewlet tesîrek wî hebûye!..
Ew kesên hatî Qoco Axa re gotine:“Axa, ew mirovê mala te mêvan an emê bigirin wî bi xwe bibin! An jî li vir bikujin!.. Lê me dît ku ew mêvanê te ye! Me karê xwe pêk ne anî! Qoca Axa bi wan re gotiyê ezê wê çareser bikim! Hûn rojek dîn destûrê bidin min! Roja paşî istihbarat hatiyê ku ew mirovê mala wî tûne ye! Ew bûyer jî wûsa hatiyê veşartin!..
Navê „Qoco Axa“ bi navê lawê wî Dr. Koço Elbistan wek hevin! Bes Qoco’ye mezin bi“C“, Doktor jî bi „Ç“ hatiye nivisîn! Dema min Dr. Qoço li Elmanyê me hevûdu dît, min ew pirsa ji wî re jî gotî! Lê belê li pêş ez biçim mala Dr. Nurî Dersîmî ya Halebê, wê demê salekê li pêş min Nurî Dersimî vefat kirî bû!..
Mala wî bi rêvaberiya xanima wî ya mamoste bi navê Ferîde Xanim bi rêva diçû! Malbet xwedan gund bû! Gundê wan paşê hilgirtî, hatin û çûyîna xwe bi rêya Ferîde Xanimê bi rê ve diçû!.. Xanima Memet Elbistan ya rahmeti jî ew xwîşka Ferîdê Xanimê ya mezin bû… Ji bo vê yê ku gelek meteryal û pirtûka Nurî Dersimî bi navê „Kürdistan Tarihinde Dêrsim“ bi desê Birêz Memet Elbistan derketî bû Ewrûpe!. Di wê demê de min yek jimar pirtûkê li dervayî welat bi xwe re min birî bû welat!..
Di destpêka wan salande min dixwest arşîva rahmetî Dêrsîmî bînim dervayî welat. Ji ber ku hevalê min yê hêja endamê Komela Xwendekarên Kurd li Dervayî Welat (KSSE) Habeş ji min re gotî bû: „Arşiva Dr. Nurî Dêrsimî li pêş mirina xwe wî bi destê xwe dayî bû bavê min ku ew wê derxîne dervayî welat!“ Adresê bavê Habeş li Halebê semta Babil Ferac, Hotela Beyrût bû. Hotela mala apê min „Kewkebûl Elşark“ jî nêzîkî wê hotelê bû. Dema ez çûm Halebê, min xwediyê Hotela Beyrût dît! Bi kurtahî navê lawê wî min bi silavên wî ve jê re got! Kêfê wî xweş bû! Dema min behsa arşiva Nurî Dêrsimî kir, rengê wî hate guhartin! Ez benî ez ji te ra çi bêjim! Wextikê li Sûriyê qasetên Kurdî, pirtûk û bilavokek bi zaimanê Kurdî bidîtyana, mirov hema davêtn girtîgehê! Ji wê tirsê min jî pirtûk, kovar û destnivîsên heyî hemî şewitandin! Di dest min de tiştek jî nema!“ got…
Dr. Nurî Dersimî 11ê rezberê (îlon), sala 1937 an ew tê Suriyê û azûl dike û dibe penaber! Di wan salan de li Rojavayê welat Kurdan di nav xwe de dayîn û sitandinên girîng dikirin û dimeşandin!.. Di nav ew karan de mirov hindik rastî karên Dr. Nurî Dêrsimî têye! Hin ciyan de navê wî di nav avakarên Hoybûnê de jî derbaz dibe!..
Dr. Nurî Dersîmî li Suriyê pir ciyan beytarî kiribe jî, bêtir li bajarê Halêbê bi cih dibe. Dema diçe bin xetê, ew tirsên li Dêrsimê didîtin li Sûriyê jî her ew tirsina berdewam dikin. Nêzîkî sînorê Tirkiyê çend kar bi dest wî ketine jî, ji wê tirsê ew karina berdayîne! Paşê wextekê dirêj jî çûyê li Urdûnê dest bi karê beytariyê kiryê!..
Di ew salên li Urdûnê kar kirî de bi pirsgireka Kurdî re pir mijûl nebûye. Min ji devê Apê Osman Sebrî û Seyda Cigerxwîn jî, ji şoreşgeriya Dr. Nurî Dersîmî qet tiştek nebihîst! Dema salên 1980’yî de li Halebê bi riya birêz Memet Elbistan û malbeta apên min jî li Halebê cînarên mala Dêrsîmiyan bû. Wana zûda hevûdu dinasîn. Çend caran min xwest malbeta Nurî Dersimî bibînim! Her car digotin çûyîne gundê xwe! Xuyayê ku wî jî wek axayên Kurd yên dîn ji xwe re gundek kirî (kirrî) bû!.. Apê Osman Sebrî li Şamê rojekê ji min re got:“Ezbenî Fransizan pir xwestin ku gundekî bidin min! Ez jî destê xwe ji siyasetê berdim! Min ew rişweta wan red kir! Dawî de wana jî ez şandim (sûrgûnî) girava Madakaskar! Demekê jî ez li wî welatî wek penaber mam!..“ min re birêz wûsa gotî bû!..
Di dawiya sala1937‘an de bi dardekirina gorbehişt Seyid Riza serokê serhildanê ji holê radibe û tevgera Dêrsimê wek bêxwedî dimîne!.. Ji vê demê şûnda dixwazim bêtir li ser jiyana Dr. Beytar Nurî Dêrsimî rawestim. Salên xwe yên dawî de ew nîştecîh (teqawit) bûye û li Halabê rûdiniştin. Nurî Dêrsimî êvarekê bi mevanên xwe va dem derbaz dikirine! Ew radibe diçe destavêjê! Xedana malê Ferîde Xanim demekê dinêre ew nehat! Diçin dibînin ku di wê navbeynê de dilê wî rawestiyê! Jiyana wî dawî lê hatiye!.. Roja paşî wî dibin di ciyê xweşiya xwe de çêkirî de binax dikin!..
Ew berhema bi zimanê Tirkî nivisî ya bi navê „Kürdistan Tarihinde Dêrsim“ xuyayê ku dema ew çûyî dibistanên Tirkan di bin bandora zimanê wan de maye! Li Çiyayê Kurmênc hemî Kurd bi zimanê xwe yê zikmakî bi Kurdî diaxivin û dinivisînin! Hemû berhemên Kurdî bi zimanê Kurdî bi tîpên Latînî têne weşandin!.. Kurdên Bakurê welat her çiqas berhemên Kurdî bi zimanê Kurdî têne weşandin jî, berhemên bi zimanê Tirkî hatin weşandin bêtir li wana xwedî derdikevin û dixwînin! Pir ronakbîrên Kurd bi Tirkî axaftin û xwendinê tercîh (jêçêtir) dikin! Li bakurê welat Kurd nivîsandin û axaftina xwe de bêtir zimanê Tirkî bikar tînin!.. Ew tesîra li jor xûya dike ku dema Nurî Dêrsimî diçe bin xetê, wê bi xwe ra dibe!.. Di jiyana Dr. Beytar Nurî Dersimî de ez bawer dikim ku di bin tesîra romantîzmê de maye! Wî di xweşiya xwe de li nêzîkî Efrînê di goristana Şêx Henan de hewşek ji wê mizgeftê de gora xwe û ya kebaniya xwe Ferîde Xanimê jî li rex hevûdu amade kirine! Dema min ew goristan serdan kirî, hîn Feride Xanim sax bû! Lê liser gora rahmetî Dr. Beytar Nurî Dersimî bi tîpên Aramî wûsa hatî bû nivisîn:
Dilbirînê bi Nalîna Welat!..
Mihemed Nûrî Kurê Mella Îbrahîm Colik Oglo
Li ser vê riya dijwar
Min jî kire pir hawar!..
Da ji bo we rojekê
Dinya bibe gulbihar!..
Di gotinên li jor hatî nivîsandin de xûya dibe ku Dr. Beytar Nurî Dersimî mirovekî hestên wî hesas û romantikin! Lê belê di dema em tê da dagirkerên xwînrêj yên Daişa olperest û yên dîn dema êriş dibirin ser goristanên Kurdan û ew goristana tirba Dr. Nurî Dêrsimî lê heyî jî xirab kirine! Rewşa goristanên Çiyayê Kurmênc û ya Şêx Henan çiqas zerar dîtin, ew herwuha baş ne diyar e!.. Ya diyar dibe Rewşa Rojavayê welat ber bi başiyê diçe! Pêwiste ku hemî Kurd piştgiriya wê tevgerê bikin û Rojava azad bibe!..
Abuzer Balî Han
-Lêkolîner-
Çavkaniyên vê lêkolînê:
Dr. Vet. Nuri Dersimi, Kürdistan Tarihinde Dersim, Halep, 1952
Wikipedia. Org die Freie Enzyklopädie
Vet. Dr. M. Nuri Dersimi, Hatıratım, Roja Nû, 1986 Stockholm
M. Kalman, Belge ve Tanıklarıyla Dersim Direnişleri
Karerli Mehmet Efendi’nin Anılarından
Ali Kemali, Erzincan Tarihi, 4. Basım Tarihi, Eylül 2023.