Lawê gelê kurd ê şîrhelal

Kêyanûş Rustemî medalya xwe ya zêrîn xistîye mazatê da bi firotana wê alîkarîya maxdûrên erdhêjê bike.

Şamîpyonê kurd ê ji Kurdistana Rojhilat yê bajarê Kirmenşanê Kêyanûş Rustemî ku di pêşbirka halterê de li olîmpiyata Rioyê ya 2016ê de bibû şampyon û medalya zêrîn wergirtibû, ew medalya xwe ya zêrîn xistîye mazatê da bi firotana wê alîkarîya maxdûrên erdhêjê bike.

Rustemî gotîye, xwedîyê medalya wî gel e û dixwaze medalya xwe paşve bide gel û dom kirîye gotîye ji erdhêje vir ve ye xew neketîye çavên wî.

Rustemî gotîye ew û hin hevalên wî yên din yên halterê ji bo maxdûran alîkarî berev kirine

Rustemî dema di 2016ê de li olîmpiyata Rioyê medalya zêrîn wergirtibû bi kurdî axiftibû û gotibû; "Ew xizmetkarê hemû kirmanşaniyên ezîz e, yê hemû kurdên cîhanê ye. Axa bin lingên hemûyan e. Xwedê wekîl ew vê medalyayê pêşkêşî wan giştan dike".

Wek dihê zanîn di 12ê Mijdarê de li Keirmenşanê erdhejeka di 7.3 richterê de qewimî bû zêdetir 700 kes miribûn, nêzî 10 hezaran birûndar bibûn û bi hezaran xanî hilweşîyabûn.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin