Lavrovî, vekişîna leşkerên Rûsî ji Efrînê derewand

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov nûçeyên derbarê vekişandina leşkerên rûsî ji Efrînê ku Ajansa Anadoluyê (AA) belav kiribûn, derewandin.

Lavrov got, ew nûçeyên derbarê vekişîna leşkerên rûsî ji Efrînê de hatine belavkirin dûrî rastiyê ne.

Wezîrê rûsî li ser pirsa 'Bi rastî Rûsyayê dest bi vekişandina hêzên xwe yên li Efrînê kiriye?' got, "Daxuyaniya derewbûna nûçeyên bi vî rengî piştre hatibû dayîn."

Ajansa Anadolu (AA) ya Tirkiyê ragihandibû ku leşkerên rûsî dest bi vekişîna ji baregehên dorûbera Efrînê kirine û ev nûçe ji aboneyên xwe re derbas kiribû.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin