Lavrov û Çavuşoglu li Soçiyê dicivin: Wê peyman bê îmzekirin  

.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov îro 29ê Kanûnê li bajarê Soçî li Rûsyayê hatin ba hev.

Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand ku Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ligel Lavrov beşdarî heştemîn civîna koma plana stratejîk a hevbeş a Federasyona Rûsya-Komara Tirkiyê dike.

Hat diyarkirin ku wê Mevlut Çavuşoglu û Sergey Lavrov serokatiya civînê bikin ku wê herdu alî derbarê peywendiyên du alî yên navbera Tirkiye-Rûsyayê û pêşhatên dawî yên herêmê û navdewletî gotûbêjan bikin.

Li gorî zanyariyan wê di dawiya civînê de plana rawêjkariyê ya ji bo sala 2021-2022 di navbera herdu aliyan were îmzekirin.

Cîhan Haberleri

Rojnameya herî kevn a cîhanê çapa xwe ya kaxezê radiwestîne
Xelata Aştiyê ya Nobelî dane mafparêzên ji Belarûs, Rûsya û Ûkraynayê
Xelata Wêjeyê ya Nobelî dane Annie Ernauxê
Nikolay GOGOL Nivîskarekî Ukraynayî an Rûsî ye?
Muzîkjen Mikis Theodorakisî koça dawî kiriye