Lavrov: Teroristên Idlibê jidest didin diçin Lîbyayê

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand, cîhadîstên pêgehên xwe li Idlibê jidest didin, diçin Lîbyayê.

Navenda Nûçeyan- Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di konferanseke rojnamevanî de ragihand, danûstandinên Lîbyayê yên di navbera nûnerên Hikûmeta Wîfaq û Xelîfe Hefter de bêyî ku bigihe rêkeftina dawî bo agirbestê bidawî bû.

Dîyar kir jî, li Lîbyayê dewlet nîn e û gelê Lîbî dê gelek zîyan bibîne, heger sînaryoya Sûrîyê lê dubare bibe.

Amaje bi wê da, cîhadîstên pêgehên xwe li Idlibê jidest didin, lê mixabin diçin Lîbyayê, ji bo karên xwe yên teroristî li wî welatî berdewam bikin.

Ji roja 19ê vê mehê ve  hêzên rêjîma Sûrîyê bi piştevanîya firokeyên Rûsî dest bi êrîşa bejahî ser gundewarê başûrê Idlibê kirine û gelek navçe li başûrê Idlibê ji destê grûpên çekdar derxistine.

Ji alîyekî din ve, Parlementoya Tirkîye li ser pêşnîyara Serokomarê Tirkîyê Recep Teyip Erdogan rêkirina serbazan bo Libya pesend kiribû.

Di wê çarçovê de jî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kiribû, nêzîkî yek hezar ji grûpên çekdar ên Sûrîyê yên alîgirên Tirkîyê bo Lîbyayê hatine veguhastin.

 

 

 

Siyaset Haberleri

Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn li Almanyayê ne: ‘Kilîta çareseriyê Federalîzm e’
Hêzên Amerîkayê daketin çolên Îraqê, bi artêşê re şer kir
Şervanê ku malbata wî şîna wî danîbû sax vegeriya malê
Îtalya dê sîstema parastina asmanî bişîne welatên Kendavê
Azerbeycan: Dronên Îranê li Balafirgeha Naxçivanê ketin