Lavrov: Li Xûtayê korîdora mirovî hat vekirin

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku li Xûtaya Rojhilat korîdora mirovî hatiye vekirin, niha dem hatiye rakirina astengiyên li ser sivîlan.

Li gor nûçeya Sputnikê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyay Lavrov di civîna 37emîn ya Konseya Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenevreyê axivî, "Rûsyayê tevî Sûriyeyê li Xûtaya Rojhilat korîdora mirovî vekir. Niha dem dema rakirina astengiyên li ser sivîlan û dawîlêanîna tevgerên milîtanan û fînansorên wan e."

 

‘DIVÊ GIHÎNA KAMPÊN TANF Û RUKBANÊ WERE DABÎNKIRIN'

Lavrov mijar anî ser kampên penaberan yên li Tanf û Rukbanê û bang kir ku koalîsyona navdewletî ya ku pêşengiya wê Amerîka dike divê gihîna kampên Tanf û Rukbanê dabîn bike.

Lavrov herwiha destnîşan kir ku divê Komîteyeke Neteweyên Yekbûyî (NY) û Komîtyeke Xaçasor (ICRC) ji bo hilsengandineke lezgîn serdana Reqayê bikin.

 

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin