Lavrov: Li Sûriyê armancên Rûsya, Tirkiye û Îranê ji hev cuda ne

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku di navbera armancên Rûsya, Îran û Tirkiyê yên li Sûriyê cudahî heye.

Sergey Lavrov ji kenala Perviy re li ser rewşa Sûriyê û civînên li gel Tirkiye û Îranê axivî.

Lavrov wiha got, “Li Sûriyê di navbera armancên me û yên partnerên me yên Astanayê Tirkiye û Îranê de cudahî heye. Armancên me yên nihaî ne weke hevdu ne.”

Lavrov diyar kir tevî cudahiyan jî Tirkiye, Îran û Rûsya hewl didin şerê li Sûriyê bidawî bibe û got ku divê xelkê Sûriyê bêyî ku destwerdanek hebe bi xwe çarenivîsa xwe diyar bike.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin