Lavrov: Em nahêlin tiştê li Iraq û Lîbyayê rûdaye dubare bibe  

.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ji NATOyê re diyar dike ku ew nahêlin karesatên ku li Iraq û Lîbyayê rû dan, li cihekî din jî dubare bibin.

Sergey Lavrov ragihand: “Divê rojavayî vê yekê bizanin ku ji bo her kesî jiyan girîng e, êdî Moskow rê nade ku ew bûyerên li Lîbya û Iraqê qewimîn li cihekî din dubare bibe, ji bo vê yekê jî Rûsya amade ye ligel NATOyê gotûbêj bike, lê ne bi gotinên vala.”

Lavrov diyar kir: “Em ji bo gotûbêja ligel NATOyê amade ne, lê ji bo daxuyanî û gotinên vala nebe, bêguman divê aliyê NATO hemû pêşniyarên Moskowê gotûbêj bike.”

Bûye demek pêwendiyên navbera NATO û Moskowê xirab e, ev jî ji ber hebûna hêzeke zêde ya NATOyê li nêzîkî sînorên Rûsyayê, ku ev peymana navbera NATO û Moskowê binpê dike, tevî nakokiyên li ser Ukranyayê, ji ber girava Qirimê, hemû pêwendiyên navbera NATO û Moskowê hatin sekinandin.

Kurdistan Haberleri

CENTCOMê dest bi operasyona 'Projeya Azadiyê' li Tengava Hurmizê kir
Nêçîrvan Barzanî sibê seredana Bexdayê dike
Li Îranê pêla girtin û îdamkirina Suniyan: Kurd û Belûç di hedefê de ne
Çîrokên 3 ciwanên Urmiyeyî yên ku Îranê ew îdam kirine
Supaya Pasdaran bangî Trump kir: Hilbijartinekê bike