Lavrov: Em dê hewl bidin Sûrîye tevahîya axa xwe kontrol bike

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku Rûsya dê îsrar bike ku artêşa Sûrî bi lezgînî tevaya erdên dewleta xwe bixe bin kontrola xwe.

Navenda Nûçeyan- Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Êrîvanê di press-konferansê de   li ser encamên hevdîtina bi hevkarê xwe yê ji Ermenistanê Zohrab Mnatsakanyan li ser rewşa dawî ya li Sûrî axivî.

Sergey Lavrov dîyar kir ku ew ew dê îsrar bikin ku artêşa Sûrî  pir bi bilez û di zûtirîn demê de tevaya erdên dewleta xwe kontrol bike û got: “Tenê ev yek dikare dawîyeke pêbawer  li terorîzmê bîne û ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkên girêdayî bi proseya sîyasî bibe alîkar.”

Lavrov herwiha ragihand ku mayîna Amerîkayê li Sûrîyê û hewldana bo kontrolkirina zevîyên petrolê derqanûnî ye û ew hewl ti alîkarîyê bo çareserkirina krîza Sûrîyê nake.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê di heman demê de hebûna hêzên Amerîkî li rojhilatê Feratê weke gef û metirsîyekê nîşan da.

Çavkanî:Rûdaw

 

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir