Lavrov: Bêyî kurdan qeyrana Sûriyeyê çareser nabe

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrovî piştî civîna xwe ya digel Nûnerê Taybet ê NYyê bo Sûriyeyê Staffan de Misturayî axift û got ku ne pêkan e ku bêyî kurdan li Sûriyeyê çareserî pêk were.

Sergey Lavrov got ku têkiliyên wan ên bi Kurdan re neguherî ne û wiha axivî: ‘Peywendiyên me yên bi Kurdan re, mîna Kurdên ku li Iraq, Îran û Tirkiyie neguherî ye. Bêyî gelê Kurd li vê herêma ku Kurd lê dijîn tu pirsgirêk nayên çareserkirin.’

Herwiha Lavrov diyar kir ku di civîna 4ê Nîsanê ya Rûsya-Tirkiye-Îranê de rewşa Idlibê jî dê were gotûbêjkirin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin