Dîzaynera navdar a Kurd Lara Dizeyî, dê bi yekê ji dîzaynên xwe yên bi navê "Tîrêja Rojê" beşdarî Festîvala 79emîn a Fîlman a Cannesê bibe.
Dîzaynera Kurd Lara Dizeyiyê ji Rûdawê re ragihand ku ew dê 15ê Gulana îsal saet 17:00an li Festîvala 79emîn a Fîlman a Cannesê li ser xalîçeya sor bimeşe.
"Îlhama xwe ji rojê wergirtiye"
Lara Dizeyiyê da zanîn ku ew dê yek ji dîzaynên xwe yên taybet a bi navê "Tîrêja Rojê" li xwe bike.
Bi gotina Lara Dizeyiyê ew cilekî Coutur e û rehên xwe ji sembol û reseniya Kurdî digire.
Lara Dizeyiyê ji bo vê dîzaynê îlhama xwe ji rojê wergirtiye.
Li gorî gotina Larayê ew dîzayn ronahî, hêz û wî welatî nîşan dide ku bi xwe jê hatiye.
Lara Dizeyiyê her wiha got, "Ev kar hem derbirîneke kûr a kesane ye û hem jî peyameke xurt a çandî ye."
Lara Dizeyî kî ye?
Lara Dizeyî keça hunermendê navdar Homer Dizeyî ye.
Wê heta niha çend caran bi bavê xwe re stran gotine.
Dîzaynera Kurd beşdarî gelek festîvalên taybet ên cilan bûye.
Çavkaniya hemû dîzaynên wê çanda Kurdî ye.