”Kuştina jinan kêm bûye lê xwekuştin zêde bûye”

Sedemê sereke yê xwekuştina jinan jî nexweşiyên derûnî û nebaşbûna rewşa tendurustiyê ye.

Li gor amarên Rêveberiya Giştî ya Tekoşîna li Hember Tundutîjiya Li Dijî Jinan, di 6 mehên destpêka 2016ê de, beraqwirdê sala borî, rêjeya kuştina jinan ji sedî 50 kêm bûye lê berovajî rêjeya xwekuştina jinan zêde bûye.  

Li gor amaran di 6 mehên destpêka 2016ê de, bi giştî li Herêma Kurdistanê 47 jinan dawî li jiyana xwe anîne.

Ji van; 16 jinan li Duhokê, 13 li Hewlêrê, 7 li Silêmaniyê, 4 li Germiyan, 4 li Raperîn û 3 jî li Soranê, xwekuştine.

Lê di 6 mehên destpêka 2015ê de ev hejmar 38 bûye.  

Di nîvê yekem ê sala 2015ê de li seranserê Herêma Kurdistanê 31 jin  hatibûn kuştin.

Îsal jî 16 jin hatine kuştin.

Rêvebera Plandanan a Rêveberiya Giştî ya Tekoşîna li Hember Tundutîjiya Li Dijî Jinan Emel Kakeyî ji Rûdawê re ragihandîye ku sedemê sereke yê xwekuştina jinan jî nexweşiyên derûnî û nebaşbûna rewşa tendurustiyê ye.

JIN Haberleri

Li Amedê 14 jin hatin desteserkirin
Mêran di meha Sibatê de 22 jin kuştine
Mesrûr Barzanî li ser qetilkirina Şinyar Huner: Ti şerefek di jinkuştinê de nîne
Dosyeya “tecawiz û îşkenceyê” ya Garîbe Gezerê bê encam maye
Holanda: Siyasetmedara Kurd bû Wezîra Dad û Ewlehiyê