Kurtefilmeke Kurdî li Moskowê xelat wergirt!

Kurtefîlma Derhênerê kurd Aram Dildar a bi navê 'Haziriyek bo Derengmayînê' li Moskowa paytaxta Rûsyayê Xelata 'Baştirîn Kurtefîlma Xwendekaran' wergirt.

Kurtefîlma bi 14 xulekî ya bi navê 'Haziriyek bo Derengmayînê' li Moscow Shortê, layiqî Xelata 'Baştirîn Kurtefîlma Xwendekaran' a Hezîrana 2018an hate dîtin.

Kurtefilma ku bi zimanê kurdî hatiye çêkirin û beriya demeke kurt amadehiya wê hatiye qedandin bo festîvalên cûrbecûr ên filman hatibû birêkirin.

Moskow Short; Festîvala Navdewletî ya Kurtefilman e ku bi danîşanên zindî yên mehane û bi çalakiyên salane yên li Moskowê bi nav û deng e.

Armanca festîvalê ev e ku piştgiriyê bide baştirîn fîlmçêkerên serbixwe yên cîhanê û produksiyonên herî baş ên ji seranserê cîhanê hatine şandin, bêne pêşandan.

 

ÇAND & HUNER Haberleri

Ji zimanzanan xebateke bêhempa: Rêbera Rastnivîsê
Chalak Events kargeha 'Sêva Mêxekrêj' li dar xist
Hefsar
Li Amedê Încîleke kevnar hat dîtin
Romaneke Nû ya Mehmed Dehsiwar: Çepera Giran (Şerê Merdan û "Nemerdan")