Kurê xwe rizgar kir lê ew bi xwe xeniqî

Li navçeya Erxenî ya ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ve bavek kurê xwe ji xeniqînê rizgar kir, lê bi xwe xeniqî û jîyana xwe ji dest da.

Doh 28.07.2020an li navçeya Erxenî ya Amedê hemwelatîyê bi navê Alî Karakoç ê 40 salî dema ku dibîne, kurê wî ketîye nav avê, xwe davêje nav avê û kurê xwe rizgar dike.

Karakoç piştî ku kurê xwe ji nav kenala avê tîne derê û wî rizgar dike, hêza xwe ji dest dide û tevî hemû hewldanan nikare xwe bigihîne qeraxê kenalê û di encamê de av wî dibe û winda dibe.

Piştî wê yekê, kurê wî hawara xwe digihîne mal û malbat û xizman û malbat diçin cihê bûyerê, lê belê nikarin Alî Karakoç bibînin.

Piştî ku tîmên hawarçûnê û cendirme ji bûyerê tên agahdarkirin, lêgerîna li dû Alî Karakoç berfirehtir dibe û termê wî di nav kenalê de tê dîtin. Tîmên lêgerînê termê wî bavî ji avê tînin derê û ji bo otoposîyê û pişkinînê term bo Nexweşxaneya Erxenîyê tê şandin.

Salane bi hatina demsala havînê re, bûyerên xeniqînê li parêzgehên Bakurê Kurdistanê zêde dibin.

 

 

Siyaset Haberleri

Hikûmeta Sûriyeyê hinek dîlên Kurd berdan
Trump Reza Pehlewî ji serkirdayetiya qonaxa nû ya Îranê dûr dixe: 'Kesekî ji navxweyî Îranê guncavtir e'
Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe