Kurdistaniyan êrîşên ser Kurdistanê şermezar kirin

Li Frankfurtê jî Kurdistaniyan êrîşên ser Herêma Kurdistanê şermezarkirin

Kurdistaniyan li pêş Konsulxaneya Amerîka li bajarê Frankfurtê girseyeke nerazîbûnê û şermezarkirinê derbarê êrîşên hovaneyên artêş û hêzên Heşda Şe,bî yên Iraqê de bi ser derverên Herêma Kurdistanê de li darxistin.

Îro Sêşem 24.10.2017.Bi amadebûna hejmareke berçav ji Kuridistaniyan û herwiha rêzdar Mehmet Tanriverdi Serokê Komeleyên Kurd li Almanya, û Civata Kurdên Schweinfurtê û Komeleya Hevkarîkirina Gelê Kurdistanê li bajarê Frankfurtê, li pêş Konsulxaneya Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîka USA li bajarê Frankfurtê li Almanya girseyeke hat lidaxistin,û bi diruşm û sloganên Bijî Kurdistan, Bijî Pêşmerge, êrîşên ser Herêma Kurdistanê ku ji aliyê artêş û çekdarên Heşda Şe,bî ve tên encmadan hate şermezarkirin û herwiha amadebûyan piştgiriya xwe bo Pêşmergeyên Kurdistanê anîn ziman.

Heriha nameya girseyê ku ji aliyê rêzdar Mehmet Tanrvidi Serokê Komeleyên Kurd li Almaya bo Konsilxaneya Amerîka hate radestkirin, û têde daxwaz ji Netewyên Yekgirtî û cîhanê kiriye ku dorpêça ezmanî li ser balefirgehên Herêma Kurdistanê were rakirin û her wiha piştgiriya mafên gelê Kurd were kirin, û daxwaza vekêşana hêzên Iraqê û Heşda Şebî ji deverên Herêma Kurdistanê were kirin.

Girseyê demijmêr 11 pêşnîvero dest pêş kir, û li demijmêr 02 piştî nîvero bi dawî bû.

Mihemed Hesko-Almanya 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin