Kurdistan: Wezareta Navxwe tevahîya hêzên xwe xiste amadebaşîyê

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê tevahîya hêzên xwe dixe amadebaşîyê, li Silêmnanîyê polîs ragihand, her kesê ku bê sedem li derve bê dîtin, dê were desteserkirin.

Kurdistan: Wezareta Navxwe tevahîya hêzên xwe xiste amadebaşîyê

Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê tevahîya hêzên xwe dixe amadebaşîyê, li Silêmnanîyê polîs ragihand, her kesê ku bê sedem li derve bê dîtin, dê were desteserkirin.

Navenda Nûçeyan -  Wezareta Navxwe di daxuyanîyekê de ragihand, ku tevahîya hêzên Asayişa Navxwe û Rêveberîya Giştî ya Polîs ji bo hevkarîkirina wan hêzên ku niha di erk de ne û ji bo baştir cîbicîkirina biryara qedexeya derketina derve û rênimayîyên xweparastina ji Koronayê, dixe amadebaşîyê.

Di daxuyanîyê de tê gotin: “Tevahîya hêzên Asayişa Navxwe, efser û karmendên ser bi Rêveberîya Giştî ya Dîwana Wezaretê û Rêveberîya Asayişa Navxwe, Rêveberîya Giştî ya Navxwe û rêveberîyên giştî yên Regezname li Herêma Kurdistanê, Rêveberîya Giştî ya Polîs, Rêveberîya Giştî ya Rûbirûbûna Tundutîjîya Dijî Jinan û Malbatan, Rêveberîya Polîsê Elektrîka Herêmê, Rêveberîya Polîsê Daristanan û Jîngehê ya Herêmê, Dadgeha Hêzên Asayişa Navxwe, Desteya Pişkinîna Hêzên Navxwe, Kolêja Polîsê Hewlêr û Silêmanîyê, Rêveberîya Polîsê Rahênanê li parêzgeha Silêmanîyê ya ser bi Rêveberîya Giştî ya Polîs ve, dikevin haleta amdebaşîyê”.

Ev biryara Wezareta Navxwe di çarçoveya rêkarên rûbirûbûna vîrusa Koronayê de hatîye dan ji duh Duşemê ve ketîye warê cîbicîkirinê.

Li alîyekê din, Rêveberê Polîsê Silêmanîyê, Emîd Aso Şêx Teha ji Rûdawê re ragihadn, ji bo cîbicîkirina qedexeya derketina derve ew dê tevahîya hêzên xwe li nav tax û kolanên bajêr belav bikin.

Aso Şêx Teha tekez kir, “ji bilî kes û alîyên rêpêdayî, hatinûçûn li nav bajêr qedexe ye û hêzên polîs her kesê ku bê sedem li derve bibînin, dê desteser bikin”.

Rêveberê Polîsê Silêmanîyê dîyar kir, biryar ji alîyê Wezareta Navxwe ve hatîye dan û destnîşan kir, heta wê dema ku wezaret biryareke din bide, ew hêz dê li cade û kolanan çavdêrîya rewşê bikin.

Tundtirkirina tedbîrên ji bo rêgirtin li belavûna vîrusa Koronayê li Herêma Kurdistanê di demekê de ye, ku hejmara tûşbûyên bi vîrusa COVID-19 li herêmê gihîştîye 91 kesan.

 

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da