Kurdistan û Iraq li ser vekirina rêya Kerkûkê li hev kirin

Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di civîna îro ya li Bexdayê de, li ser vekirina rêya Kerkûk-Hewlêrê li hev kirin.

Îro Yekşemî 29ê Tîrmeha 2018an şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo gotûbêjkirina çareserkirina kêşeya rêya Kerkûk-Hewlêrê li Bexdayê li gel hikûmeta Iraqê civiya.

 

Li gorî daxuyaniya piştî civîna îro ya li Bexdayê, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê derbarê dubare vekiirina rêya Kerkû-Hewlêrê de rêkevtin kirine.

 

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ku her du aliyan li hev kirine, ku rêya Kerkûk-Hewlêrê di zûtirîn dem de were vekirin.

 

Herwiha di civîna îro ya li Bexdayê de, her du aliyan biryar daye ku pireke hesin bi şêweyeke demkî jibo vekirina rêya Kerkûk-Hewlêrê bihê danîn û rasterast projeya çêkirina pira Pirdê jî destpê bike.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin