Kurdistan û Dr. Peter Galbraith!

Şeyhmus Ozzengîn

 

„Serxwebûna Kurdistanê, ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“

Ji hilbijartinên Emerîka re du meh mane û Emerîka di pêvajoka hilbijartinan de ye. Piştî hilbijartinên Emerîka, kî were ser textê serokatîyê bila were, ji kurdan re pir girînge. Divê Kurd, di van herdû mehên pêşîya me de, çav û guhên xwe vekin û vê pêvajoka hilbijartinên Emerîka baş bişopînin. Dostên xwe nas bikin, bi dostan re têkildar, kar û xebatên dîplomatîk bihonin. Ji bona piştî hilbijartinan ev wê pir girîng bin.

Divê Kurd xwe ji bona guhertinên piştî hilbijartinan di sîyaseta Emerîka de amade bikin!

Bi vê hêvîyê heta niha li Emerîka, kesên ku bi kurdan re têkildar, pîsporên doza Kurd û li ser sîyaseta piştgirîya Kurd û Kurdistanê, bi baldarî disekinin; min John Polton û Joe Biden bi we da nasasîn. Niha jî ezê dîplomatekî Emerîkî bi navê Dr. Peter Galbraith bi we bidim naskirin.

Dr. Peter Galbraith; piştî serhildana 1991ê li ser guhastin û parastina bi sedan hezar ton belgeyên rejîma Iraqê li ser Kurdan kar kiriye. Bi van belgeya bûye şahidê zilm, zordarî û jenosîdên sîyaseta Ereban li ser Kurd û Kurdistanê.

Di dema nivîsandina destûra İraq a federal de şêwirmendê tîma Kurdistanê bû.

Dr. Peter Galbraith, di pir waran de hevkariya serkirdeyên Kurd kiriye, rêyên dîplomasîyê û Wezareta Derve ji kurdan re vekiriye.

Dr. Peter Galbraith, niha li Zanîngeha Pensilvanya mamostetîyê dike. Demeke dirêj li Wezareta Derve ya Amerîka kar kiriye û piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê, bû balyozê Amerîka li Kroatya yê.

Ji Rûdawê Dilbixwîn Dara Vê carê bi Dr. Peter Galbraith Roportajek baş, têr û tije amade kir û pêşkêşî rewşenbîr û sîyasetmedarên Kurd kir. Hêjaye pesnê ye ku, Dilbixwîn Dara, heta niha di vî warî de, di derheqa dost û pîsporên doza Kurd de, pir dokûmentên hêja pêşkêşî me kir. Ji bona van karên Dilbixwîn Dara û Rûdawê ez ji wan re minettarim. Hêvî dikim sîyasetmedar û dîplomatên doza Kurd, ji van hevpeyvîn û dokûmentan sûdê bigirin û bi dostên xwe yên li Ewrûpa û li Emerîka re, ji bona doza miletê xwe têkildar bibin û bikaribin lobîyên piştgir û serkevtî ava bikin.

Dr. Peter Galbraith, bi vê hevokê dest bi sohbeta xwe dike: „Gotineke bi navûdeng heye dibêje ‚Ji bilî çiyan ti dostekî Kurdan nîne.‘ Ez, hergav çend peyvan li vê hevokê zêde dikim û dibêjim dijminên Kurdan pir in û yên herî xerab jî Kurd in!“

Dr. Peter Galbraith, balê dikişîne ser têkilîyên Kurd bi Kurd re. Alozîya nav sîyaseta Kurd, destên dijminane yên di nav sîyaseta Kurd de, zerarên mezin didin doza Kurd. Pêşî li destkevtinên kurdan digirin û bi xwîna kurdan, bi keda kurdan dibin sebebên destwerdanê û eşkere dike ku; „Ji ber nakokiyên navbera partiyên Kurdî ziyaneke mezin gihişt Kurdistanê. Herwiha ji ber ku amade ne ji bo berjewendiyeke siyasî ya demkî qurbaniyê bi berjewendiyên niştimanî bidin.“

Dr. Peter Galbraith, bi mînak balê dikişîne ser dema Referandûma Serxwebûna Kurdistanê û dîyar dike ku; „Me ev bi zelalî di cotmeha 2017an de dît. Bi nerîna min, eger bereyeke yekgirtî hebûya, Herêma Kurdistanê dikarî berevaniyê li Kerkûk û navçeyên din bike. Eger yekgirtî bûna dibe ku niha Kurdistan serbixwe bûya.

Dr. Peter Galbraith qenaeta xwe a di derbarê dewleta Kurd de jî bi vê hevokê tîne ziman: „Bi baweriya min, zû yan dereng serxwebûn pêk tê.“

Dr. Peter Galbraith, li ser têkilîyên Herêma Kurdistan û İraq jî dîyar dike ku; ji roja dewleta İraq ava bûye û heta niha, damezirînerên dewleta İraq, “Iraq dewleteke Ereb” dîtine û piştî çûna Dîktator Sadam Huseyîn jî, ev nerîn nehatîye guhertin. İraq; „Ti carî Kurd wek welatiyên pile yek ên Iraqê nehatine dîtin.“ Ji ber wê jî, dema ku, buhaya neftê dikeve û mercên butçeya İraq xerab dibe, tenê qutkirina butçe û mûçeyên Kurdistanê tê bîra wan. Ti carî nehatîye bîra wan ku, ji ber ketina dahatên neftê ne tenê dahatên Kurdistanê, divê bi giştî butçe û mûçeyên temamê İraqê bên qutkirin. Ev jî dide nîşan ku sîyaseta Erebkirinê her bi çavekî xerab û diejminane li Kurd û Kurdistanê dinêre.

Dr. Peter Galbraith bi mînak dibêje: „Wek nimûne xerciyên artêşa Iraqê, xerciya pêşmergeyan jî heye. Hewce nake ji pereyên Herêma Kurdistanê bidin artêşa Iraqê di demekê de divê pereyên pêşmergeyan jî bide. Ofîsên dîplomatîk ên Kurdistanê li derve hene, nabe ji pereyên Kurdistanê bidin ofîsên dîplomatîk ên Iraqê û pereyên ofîsên xwe jî bide.“

Di derheqa destûra Federal a İraqê de jî birêz Dr. Galbraith nerînên xwe bi zelalî eşkere dike ku, „Ez bawer nakim pirsgirêkên destûrê hebin. Pirsgirêk di cîbicînekirina destûrê de ye.“

Tîne ziman ku; li Zanîngeha Pensilvanya Brendan O'Leary, bi hevkarên xwe re li ser rewşa destûra İraq axivîn û „me 54 madeyên Destûra Iraqê destnîşan kirin ku nehatine cîbicîkirin. Hinek ji wan ji yên din giringtir in. Eger destûr bihata cîbicîkirin û hevbeşiya rasteqîne li welat hebûya, bi nerîna min ew pirsgirêkên niha nedibûn.“

Li ser dema avakirina destûra İraq jî eşkere dike ku: „Dema reşnivîsa destûrê hat nivîsandin, Kurdan giringî nedidan avakirina Iraqeke yekgirtî, yan Iraqeke bihêz. Tekane, giringiya wan bo parastina serxwebûna defakto ya Herêma Kurdistanê bû. Iraqê jî nedixwest dewletê ava bike, qasî ku dilxwaza parastina berjewendiyên şiî û suniyan bû. Anku çimkî nasnameyeke we ya hevbeş nîne û pabendiyeke we ya hevbeş bi vî welatî nîne, çi di destûrê de bê nivîsandin jî naxuye ti ferqê çêbike. Bi nerîna min destûreke pir baş e, lê pêwîst e bê cîbicîkirin.“

Li ser madeya 140 jî nerînên Dr. Peter Galbraith balkêşin: „Min bawer dikir ku Madeya 58ê ya serdema encûmena demkî, ku paşê bû Madeya 140ê ya destûrê, tê cîbicîkirin. Bi wateya ku min wiha bawer dikir hemû alî hevnerîn dibin û berî 31ê Kanûna yekem a 2007an giştpirsî tê kirin. Niha bêtirî 12 salan di ser wê demê re derbas bûne. Îradeya Bexdayê nebû bo cîbicîkirina madeyekê, ku li ba Kurdan giring bû. Ez careke din dibêjim sedem ew e ku, Kurd wek welatiyên pile-yek ên Iraqê nayên hejmartin.“

Wek pîsporekî damezirînerê destûra İraq, rastîyê tîne ziman ku; „Pêşniyarkirin ji bo wan pêngavan di sînorê desthilata serokomar de ye. Bi sadeyî, ti hewlek bo cîbicîkirina wê madeyê nehat dan.“

Û tîne ziman ku: „Her sê serokomarên İraq, ku wê çaxê Celal Talebanî jî yek ji wan bû, dikarîbûn pêşniyaran pêşkêş bikin derbarê destkarîkirina sînorê Kerkûkê û hilweşandina guherînên ku Sedam Hisên di sînoran de kiribûn.“

Dr. Peter Galbraith, balê dikişîne ser xalek din a pirsgirêkên navbera Bexda û Hevlêr û dîyar dike; „Yek ji giringtirîn şiyanên Kurdistanê, şiyana kontrolkirina sînorê erdî û ezmanî ye. Eger Kurdistan dest ji van berde, dê di rûyê cîhanê de bê girtin. Karesat çêdibe. Bi nerîna min, nabe hûn( Kurd)‚ ti carî bi vî tiştî razî bin.“

Di derbarê nefta Kurdistanê de jî nerîna xwe wek pêşnîyarîyekê tîne ziman û dibêje: „Derbarê budçeyê, taybetmendiyeke giring a Destûra Iraqê ew e ku; mafê kontrola berhemanîna petrolê dide Kurdistanê. Mijara çawaniya hinardekirinê ne zêde giring e. Çêdibe petrol li Kurdistanê bê berhemanîn û ji aliyê SOMOyê ve bê hinardekirin. Paşê dahata wê bê dabeşkirin. Sedema ku hûn (Kurd) dixwazin berhemanîna petrolê kontrol bikin ew e eger hûn (Kurd) pişta xwe bi wê yekê girê bidin, Bexda çekeke pereyan ji we re bişîne, hingê wateya otonomî yan xwerêveberiyê namîne. Eger hûn bi xwe petrolê berhem bînin, dibe çavkaniya dahata we, lê çawaniya firotina petrolê mijareke kêmtir giring e.“

Di dîroka Başûrê Kurdistanê de, berbi serxwebûna Kurdistanê de du gavên girîng bi dûhev de hatine avêtin. Ev herdû gav jî di dema Serokatîya Kek Mesûd Barzanî de ne. Yekem; milîkirina nefta Kurdistanê ye. Bi pêşnîya Serokê demê, Parlemento ya Kurdistanê biryar daye ku; „nefta Kurdistanê, çavkanîyek milî a Kurdistanê ye û wê bi destê kurdan dakeve bazara navdewletî“.Ev gavek serxwebûnê ye.

Gava duyem jî; Referandûma Serxwebûna Kurdistanê ye. Miletê Kurd û Kurdistanîyan, cara yekem bi îradeyek bilind biryar dane û pesend kirine ku; „dewletek serbixwe“ dixwazin

Li ser têkilîyên İraq bi Îranê re jî bi hevokek zelal tine ziman: „Çewt e ku bê pêşbînîkirin Kurdistana ku xwe birêve dibe, bibe beşek ji wê hevpeymaniya bi Îranê re.“ û dîyar dike ku: „Kurdistan, bi awayekî xwezayî ji Amerîkayê nêzîktir e. Ji ber çend sedeman serxwebûna Kurdistanê, ku hêviya gelê Kurd e, di berjewendiya Amerîkayê de ye. Herwiha, ji bo aramiya navçeyê jî bisûd dibe. Serxwebûna Kurdistanê ji bo Kurdistan û ji bo Iraqê jî baştir e.“

Dr. Peter Galbraith, balê dikişîne ser girîngîya Referandûma Serxwebûna Kurdistanê û dike belge ku: „Bi nerîna min, ev belge ye ku Kurdistan zû yan dereng serxwebûnê bi dest dixe. Kes nikare înkar bike gelê Kurdistanê serxwebûnê dixwaze. Xwedê ti dewletek çênekiriye, tew Amerîka jî. Eger dewletek nûnertiya xwesteka gelê neke çima yekgirtî bimîne?“

19.08.2020