Kurdistan ji 5 welatên OPECê dewlemendtir e

Kaneyên xaz û petrol ên Kurdistanê piştî ragihandina serxwebûnê di nava welatên endamên OPECê de wê bibe welatê 8 mîn ku petrola wê heye.

Dewlemendiya xaz û petrola Kurdistanê piştî referanduma serxwebûnê dibe nexşeya enerjî ya Rojhilata Navîn biguherîne û ev petrol û xaz ji niha de xwediyê şirketên mezin geş û xweş dike.

Li gorî daneyên fermî Kurdistan xwediyê kaneya 45 milyar bermîl petrol e. Kurdistan bi vê potansiyela xwe Cezayîr û Qetar jî di nav de ji 5 welatên OPECê dewlemendtir e.

Li gorî pisporan welatên Gabon, Endonezya, Ekvador, Angola û Cezayîr ku ekonomiya wan li ser petrolê dimeşe kaneya wan a petrolê ya her 5 welatan 35 milyar bermîl e û dema Kurdistan bi van welatan re tê qiyaskirin girîngiya wê derdikeve holê.

Dîsa li gorî pisporan ji sedî 31 petrola Iraqê li Herêma Kurdistanê ye û heke herêm serxwebûna xwe ragihîne wê girîngiya Iraqê di nava bazara cihanê de ya petrolê de bikeve û dibe têkeve krîza aborî. sputnik

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin