”Kurdistan herdem bi hiqûq û qanûnên cuda hat birêvebirin”

Baroya Amedê bi navê "Tahir Elçi û kuştinên qesas nediyar” panelek li dar xist.

Baroya Amedê bi navê "Tahir Elçi û kuştinên qesas nediyar” panelek li dar xist. Parlamanterê HDP Osman Baydemir, rojnamevan Ismail Saymaz, parasvana mafên mirovan Eren Keskin, Hevserokê Komeleya Daraza Demokrat Orhan Gazi Ertekin û Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen beşdarî panelê bûn.

Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen di axiftina vekirinê de got; Tahir Elçi jîyana xwe fedayî dîtina kujerên dozên ku kujerên wan nediyar bûn, kir.

Hevserokê Komeleya Daraza Demokrat Orhan Gazi Ertekin axivî û bal kişand ser hiqûqa Tirkiyeyê. Ertekin wiha axivî: “Tahir Elçî di her civinê de, krîza dadgerî û dozgerî ya Tirkiyeyê nîşan dida û û digot sedama vê krizê parçebûna civakê ye. Ev pirsgirêka ku 150 sal in li Tirkiyeyê heye pirsgirêka îtibarê ye. Ji ber ku hîsa edaletê li İzmir û li Amedê nabe yek wiha dibe. Heger nebe yek ev pirsgirêkek mezin e.”

Parêzer Eren Keskin axivî. Keskin behsa Tahir Elçi û salên 90î kir û wiha axivî: “Yên ku Elçî qetilkirİn jî aniha ji bo wî rêz digirin. Ji darizaya tirk qet hêviya wê tuneye. Heta ku Tirkiye bi felsefeya damezrandina xwe û dîroka xwe rû bi rû nebeê, ew bawer nake ku tiştek were guhertin. Ev komar bi feraseta qirkirinê ya sala 1915an hatîye damezirandin. Kurdistan herdem bi hiqûq û qanûnên cuda hat rêvebirin. Îro jî bi heman hiqûqê tê birêvebirin. Heta îro tiştek ne hat guhertin û wan heman êş dît. Qet kujer nehatin dîtin û delîl hatin tarîkirin. Îro rewşek ji salên 90î xirabtir heye. Êdi dadger ditirsin biryarê bidin.

Rojnamevan Ismail Saymaz jî bal kişand ser dozên kuştinên kujerên wan nediyar û got “Dema Tahir Elçi hat kuştin ew ji xwe pirsîye ‘Gelo êdi wê kî wan li hev bîne?’. Xuya dike ku dewlet naxwaze van dosyeyan zelal bike û li bendeye ku kujer bimirin û dosyeya jî bigire. Hinek dozgerên ku li van dosyeya dinêrin dibêjin ‘Ku cênaze tunebe doz jî tuneye, herin cenaze bînin da ew jî doz vekim.’Heta ku biryarek siyasî tunebe ne li cenaze digerin ne jî li kujeran.”

Parlementerê HDPê Av. Osman Baydemir jî got: “Ev ax çawa destpêka mirovahiyê be di heman demê de jî destpêka komkujîyan e. Sedsal e li ser vê axê feraseta desthiladarîya dewletê nehatîye guhertin. Ji bo vê yekê Vedat Aydin, Hrant Dink û Tahir Elçi hatin kuştin. Di hemu biryarên dadgehê de tê gotin ku ‘li ser navê gele tirk’ gelo ev çiqas rast e? Li vî welatî gele kurd, ermenî, suryanî hene. Bingeha wê şaş e, di bingeha wê de bê hiquqî û redîyet heye.”

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin