Du jenyarên Kurd di pêngaveke hunerî ya dîrokî de, dê ligel Orkestraya Philharmonic a Brukselê derkevin ser sehnê û muzîka Kurdî pêşkêş bikin.
Ev konsera ku wekî pireke çandî di navbera melodiyên Kurdî û klasîkên Rojava de tê dîtin, dê 21ê Îlonê, were lidarxistin û wekî gaveke girîng ji bo danasîna muzîka Kurdî li ser sehneya cîhanê tê nirxandin.
Orkestraya Philharmonic a Brukselê provayên xwe yên ji bo konsera êvara 21ê Îlonê didomîne ku tê de beşeke taybet ji muzîka Kurdî re hatiye veqetandin.
Vê projeyê, operabêj û birêveberên muzîkê yên ji parzemînên cuda anîne cem hev.
"Ji bo orkestrayê karekî gelekî zor e"
Birêvebirê Orkestrayê dibêje ku lêdana rîtmên Kurdî ji bo muzîkjenên ku fêrî Mozart bûne dijwar e lê di heman demê de ezmûneke dewlemend e.
Birêvebirê Orkestrayê (Kondaktor) yê Philharmonic a Brukselê David Navarro Turres:
"Ji aliyê rîtmê ve, ji bo orkestrayê karekî gelekî zor e, ji ber ku dema em vî cureyê parçeyên muzîkê lêdixin, divê em vî cureyê rîtmê bixin nav hest û hişê her muzîkjenekî ku fêrî lêdana Çaykovskî û Mozart bûne.
Ev cuda ye û li gorî min baştir e. Mînak, di vê konserê de muzîka Fransî ya Berlioz heye, paşê ev parçeyên muzîka Rojhilata Navîn û dûv re jî Çaykovskî heye.
Ev ji bo me astengiyeke mezin e, lê di heman demê de baştir e."
Awazên Kurdî bi şêwazekî nû
Parçeya muzîka Kurdî tevlîheviyek ji folklora Kurdî ye û ji aliyê bestekar Quteybe Nueymî ve hatiye nivîsandin.
Dayika Nueymî Kurd û xelka Silêmaniyê ye, bavê wî jî xelkê Fellûceyê ye. Ew bi rêya muzîkê hestên xwe yên Kurdî tîne ziman.
Awazdaner Quteybe Nueymî got:
"Fikra festîvala îsal gihaştina rojava û rojhilatê bi hev re ye. Loma min hez kir hinek ji awazên Kurdî û Îraqî werbigirim û bi şêwazekî orkestrayî yê hevdem û nû ji nû ve saz bikim û li gel orkestrayê pêşkêş bikim.
Fikra sereke ya hilbijartina van awazên kevneşopî yên Kurdî, ji bo derxistina pirrengiya bedew a welatê me Îraqê ye, xasma ku muzîka Kurdî gelekî dewlemend e.
Ev peyameke hezkirin û aştiyê ye ji bo tevahiya cîhanê."
"Ez nûnertiya muzîka Kurdî dikim"
Alan Arif ku di nav orkestrayê de solîstê kemanê ye, xwestiye ku ruhê muzîka Kurdî di vê parçeyê de bi awayekî xurtir were hîskirin, ji ber vê yekê wî muzîkjenek ji Bakurê Kurdistanê bi xwe re biriye.
Jenyarê Viyolonê Alan Arif jî got, "Me li ser wê yekê kar kiriye ka em çawa muzîka Kurdî bixin nav çarçoveyeke orkestraya senfonîk da ku xwe di asteke bilind de bibîne.
Me li ser wê yekê kar kiriye ku em komek melodiyên Kurdî bi şêwazê orkestrayî tevlihev bikin.
Xweşbextane, wan ji me re got ku defjenê herî baş ê Bakurê Kurdistanê Şêrko ye, mamostayekî bi rastî gelekî bi tecrube û şareza ye."
Tecrubeya Şêrko Kanîwar ê ji Amedê, bi defa xwe hem guhdarvan hem jî hevkarên xwe yên muzîkjenan matmayî dihêle.
Jenyarê Defê Şêrko Kanîwar jî wiha got:
"Wek muzîkjen tecrubeyeke di asta bilind de ye û herwiha wek nûnertiya muzîka Kurdî cihekî girîng digire.
Yanî ez ne tenê wek Şêrko li vir im, belkî nûnertiya muzîka Kurdî dikim. Ez amûreke gelekî kevn a muzîka Kurdî lêdixim.
Ez nûnertiya Amedê dikim, nûnertiya muzîka Kurdî dikim û paşê nûnertiya Şêrko dikim.
Ku tu bi muzîkjenên cîhanî re û bi orkestrayeke wisa navdar re muzîka Kurdî pêşkêş bikî, tu hevaltiyeke muzîkî li ser bingeha muzîka Kurdî ava dikî."
Wê êvara li Brukselê, ton û awazên çiyayên Kurdistanê, dê mil bidin milê muzîka serdemê, romantîzma sedsala nozdehemîn û senfoniya pêncemîn a Çaykovskî.