Kurdên êzidî Çarşema Sor pîroz dikin

PAKê bi daxuyanîyekê Cejna Çarşema Sor li hemû xuşk û birayên me yên Êzidî pîroz kir

Cejna serê salê ya kurdên êzidî, li gorî Salnameya Rojhilatî, her sal dikeve yekemîn çarşema heyva Nîsanê. Roja berî cejnê kurdên êzidî ji deverên cuda berê xwe didin perestgeha Laleşê û 366 çirayan pêdixin. Weke ew dibêjin, ev cejin cejna hemû mirovatiyê ye.

Parlemantoya Kurdistanê ji bo rêzgirtina êzdîtiyê, di sala 2010ê de biyar da, roja cejnê li hemî dezgehên fermî yên Kurdistanê bêhnvedana fermî be. 

Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê bi daxuyanîyekê Cejna Çarşema Sor li hemû xuşk û birayên me yên Êzidî pîroz kir.

Di daxuyanîyê de dibêje;

”Îro sersala nû ya xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî ye, îro roja Çarşemba Sor e, cejna hêkesorkê ye.

Di demeke ku birînên xuşk û birayên me yên Şingalê û yên hemû Êzidîyan hêdî hêdî tê alandin de, cejna hêkesorkê tê pîroz kirin.

Çawa ku bi berxwedan û qehremanîyeke mezin Şingal ji destê DAIŞê hate rizgar kirin; em bawer dikin ku Hikûmet û Parlamentoya Herêma Kurdistanê dê bi bernameyên taybet êş û birînên xuşk û birayên me yên Êzidî bialîne.Di Kurdistaneke serbixwe de hemû xuşk û birayên me yên Kurdên Êzidî jî bi taybetmendîyên xwe yên olî û kulturî ve, bi îradeya xwe ya azad dê bijîn.

Em hêvî dikin ku ev cejna Çarşema Sor li her perçeyên Kurdistanê, bibe sedema yêkîtîya neteweyî û bibe destpêka azadî, wekhevî, edalet, demokrasîyê û li başûrê Kurdistanê bibe destpêka serxwebûnê.”

ÇAND & HUNER Haberleri

Ji zimanzanan xebateke bêhempa: Rêbera Rastnivîsê
Chalak Events kargeha 'Sêva Mêxekrêj' li dar xist
Hefsar
Li Amedê Încîleke kevnar hat dîtin
Romaneke Nû ya Mehmed Dehsiwar: Çepera Giran (Şerê Merdan û "Nemerdan")