Kurdên êzdî cejna Çileya Zivistanê pîroz dikin  

.

Cejna Çileya Zivistanê pîroziyeke wê ya taybet heye li ba civaka Kurdên Êzdî û ev çil rojên zivistanê ji bo barîna berf û baranê ye.

Çileya Zivistanê di 25ê Kanûnê dest pê dike û heta 2ê Sibatê didome.

Baba Şêx di Çileya Zivistanê de diçe Lalişê û berî cejnê bi rojekê, li wir dimîne û bi gotina qewl û beyt û qesîdan, cejnê pîroz dikin.

Cejna Çileya Zivistanê di gelek qewlên pîroz ên Êzdiyan de hatiye.

Her sal di vê cejnê de li Perestgeha Laliş bi amadebûna kesayetên olî û lêdana defan, merasîmên olî dihatin lidarxistin, lê îsal ji ber belavbûn û metirsiya vîrusa Koronayê, Mîr û Civata Rûhanî biryar da, ti merasîmên olî yên cejn û boneyan neyên sazkirin.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye