Kurdekî Efrînê yê hatibû revandin piştî 1055 rojên girtinê hat berdan

.

Kurdekî Efrînê ku 3yê Nîsana 2018an ji aliyê komên çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatibû revandin, piştî 1055 rojan ji girtîgeha komên çekdar hat berdan.

Kesê bi navê Ciwan Yûsif ku xelkê gundê Ereb Uşaxî yê Efrînê ye 3yê Nîsana 2018an tevî pênc xortên din ên ji heman gundî ji aliyê koma çekdar Lîwaya Mihemed Fatih ve hatibûn desteserkirin.

Ciwan û xortên din ên Kurd bi tometa ku têkiliya wan bi Rêveberiya Xweser re hebûye hatibûn girtin.

Li gorî nûçeya Rûdawê Mistefa Qazî, hevalê Ciwan Yûsif ku medyakar û çalakvan e, derbarê berdana Ciwan de gotiye, “Piştî zêdetir ji du salan Ciwan Yûsif hat azadkirin, lê ewên din ku pê re hatibûn girtin, hêj nehatine berdan.”

Kurdistan Haberleri

Cezayê sêdaredanê bo Wesîm Esed hat derxistin
Zêrkerên Amedê li hemberî êriş û diziyan rabûn ser pêyan
PWK: Em êrîşa terorî ya li ser ofîsa Serokwezîrê Herêma Kurdistanê şermezar dikin
Li Silêmaniyê agir bi depoyeke sotemeniyê ket: 20 kes birîndar bûn
Li Kerkûkê droneke nenas hat xistin