Pêşbaziya bi navê "O Ses Tirkiyê" ku bi salan e di kanala TV8an de tê weşandin û ji bilî zimanê Kurdî bi hemû zimanan stran tê gotin, duh bi şev yekemê xwe yê 2019an hilbijart.
Du xortên Kurd ên bi navên Ferat Ungur û Umut Kaç ku ji bajarên Amed û Dêrsimê ne, hemû rikeberên xwe derbas kirin û herî dawî li hember hev ketin pêşbaziyê.
Yekemê pêşbaziyê ku bi rêya SMSên xelkê Tirkiyê tê hilbijartin, li gor encamên fermî Ferat Ungur bû.