Kurdek li Almanyayê dibe Berpirsê Şaxa Partiya SPDê

.

Kurdek li bajarê Bochum yê Almanyayê dibe Berpirsê Şaxa Partiya Sosyal Demokrat (SPD). 

Serdar Yuksel ji sala 2008an ve endamê partiya SPD ye, ku bi eslê xwe ji Bakurê Kurdistanê ye û malbata wî di sala 1964an de koçî Almanyayê kiriye.

Yuksel di sala 1994an de fakulteya teknîkê temam kiriye û weke peristarê teknîkî di jûra neştergeriyê de xebitiye.

Herwiha Serdar Yuksel, li Zanîngeha Bochum Enstîtuya Zanistên Pratîk xwendiye û piştre mastera xwe di zanistên tendirustiyê de temam kiriye.

Yuksel di sala 2016an de bûye Endamê Encûmena Serperişyarî ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo piştgiriya penaberan û çendîn projeyên xizmetguzarî li Herêma Kurdistanê ligel rêxistinên navdewletî encam daye, bi taybetî li kampên penaberan.

Serdar Yuksel niha li ser lîsteya Partiya Sosyal Demokrat a Almanyayê (SPD) endamê Parlamentoya Herêma Bakurê Ren e û ji ber kurdbûn û helwesta xwe ya li ser mijarên Kurdistanî, çendîn car rastî gefên cur bi cur hatiye, lê belê ji helwest û nêrînên xwe paşve venekişiyaye.

(K24)

Serdar Yuksel Endamê Parlamentoya Herêma Bakurê Ren e 
Serdar Yuksel dema alîkariya penaberan dike

Kurdistan Haberleri

CENTCOMê dest bi operasyona 'Projeya Azadiyê' li Tengava Hurmizê kir
Nêçîrvan Barzanî sibê seredana Bexdayê dike
Li Îranê pêla girtin û îdamkirina Suniyan: Kurd û Belûç di hedefê de ne
Çîrokên 3 ciwanên Urmiyeyî yên ku Îranê ew îdam kirine
Supaya Pasdaran bangî Trump kir: Hilbijartinekê bike