Kurdek dibe serokê yek ji mezintirîn şaredarîya Stockholmê

Du şaredarîyên Stockholmê digihîjin hev, bi 120 hezar nifûsa xwe yek ji mezintirîn şaredariya Stockholmê pêk tê… Abît Dundar li ser navê Partîya Lîberal dibe şaredarê Hagersten/Alvsjo.

Piştî 1ê Tîrmehê du şaredariyên bajarê Stockholmê digihîjin hev, bi mezinahiya xwe piştî navçeya Bromma dibe şaradarîya duyem. Alvsjo ku biçûktirîn bajarê Stockholmê ye bi Hagersten û Liljholmenê re dibe yek.

Tiştê baldar û ciyê kêfxweşiyê ye kurdek ji Diyarbekirê ku bi eslê xwe ji Dêrika Çiyayê Mazî ye, li ser navê Lîsteya Lîberalan bê hilbijartin, dibe şaredar. Ji ber ku yekkirina her du şaredarîyan di navbera du hilbijartinan de pêk tê, posta serokatîya şaredarîyê dan Partîya Lîberal ku ew jî yek ji partîyên di koalîsyona rêveberîya bajarê Stockholmê de ye. Abît Dundar şaredarîya bajarê Hagersten/Liljeholmenê dikir.

Nûçegîhanê Rûpela Nû, ji bo wazîfeya wî ya nuh Abît Dundar pîroz kir û jê pirsî ”Nuha tu yê şaredarîya nifûs û qadeke hîn firehtir bikî, tu xwe çewa hîs dikî?”

”Her erkeke nuh kelecanîyeke wê heye. Di rûtîn û erkên kar de guhertineke mezin tuneye. Ez ê bi meclîseke hîn firehtir, bi butçeyeke hîn mezintir, di qadeke hîn firehtir de kar bimeşînim. Mezinbûn û giranbûna kar çavê min natirsîne, têra xwe tecrûbên min hene. Wek beriya her karî, nuha jî kelecaniyeke xweş hîs dikim”.

               

Rûpela Nû / Stockholm

 

Siyaset Haberleri

Nûnerê MSDê: Êrîşên li ser taxên Kurdan ên Helebê bi fermana Enqereyê ne
22 hezar û 988 bermayîkên teqemeniyên şer hatin pûçkirin
Konsulxaneya Amerîkayê li Hewlêrê pîrozbahî li alîgirên Yaneya Zaxoyê kir
Keçeke Kurd a Efrînî li Danîmarkayê Ala Kurdistanê dixe pirtûkeke dibistanê
Li Efrînê ENKS û PDK-Sê Roja Alaya Kurdistanê bi çalakiyekê pîroz kirin