Kurdê ku di encama êrîşa nijadperestên Tirk de hat kuştin îro hat veşartin

.

Cenazeyê Hakîm Dal ê ku li bajarê Konya yê Tirkiyê ji aliyê komeke nîjadperestên Tirk ve hatibû qetilkirin, hat veşartin. 

Komeke nîjadperest a ji 60 kesî pêk dihat, do li gundê Çariklar ê navçeya Meramê ya Konyayê, êrişî malbata Kurd a Diyarbekirî kiribû û endamê malbatê Hakîm Dal ê 43 salî qetil kiribû.

Cenazeyê Hakîm Dal, piştî karê otopsiyê, ji aliyê malbata wî ve ji Nexweşxaneya Bajar a Konyayê hat wergirtin û li Goristana Tatlicakê hat veşartin.

Li gor zanyariyan, dema merasîmê hevjîn û zarokên Dal, qrîza sinirê derbas kirin. 

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye