Kurd1 Radyoyê bifermî dest bi weșanê kir

Enstîtuya kurdî ya Parîsê bi navê Kurd1 Radyo radyoyeke li ser webê damezirand. Radyoyê di 22 çileya pêșîn a 2017ê de dest bi weșana testê kiribû, di 5ê çileya pașîn a 2018ê de jî bi fermî dest bi weșanê kir. www. kurd1radyo.com

Kurd1 Radyo niha bitenê weșana muzîka kurdî dike û bi awayekî giștî muzîkên arșîva Enstîtuyê belav dike. www.kurd1radyo.com
Enstîtu di daxwiyaniya xwe ya vekirina radyoyê de dibêje: "Mizgîniyeke xweş ji bo hemî guhdarên muzîka kurdî. Enstîtuya kurdî dixwaze bi we re arşîvên xwe yên muzîkê yên ku êdî dijîtalkirî ne jî par veke.
Ev stran û muzîkên ku ji hemî herêmên Kurdistanê û ji diyasporaya kurdî ya Qafkasê hatine berhev kirin ji radyoyeke li ser webê, 24 saet li ser 24ê berdewam têne belav kirin.
Radyo li ser gelek platformên internetê derdikeve…
Peywendiya yekser ; « www. kurd1radyo.com » e, û yekser li ser telefon û tabletên we yên android jî, bi riya aplikasyoneke taybet ku hûn dikarin ji ser linka li jêr bar bikin mimkun e: kurd1.com
Rûpeleke ‘Facebook’ê û hisabekî ‘Twitter’ê yê radyoyê jî hene (@kurd1radyo).
Radyo ji alî hunermend Issa Hassan ve tê birêvebirin.
Hûn dikarin şirove û daxwazên xwe li ser e-maila li jêr rêkin : info@kurd1radyo.com"
 

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin