Kurd û Kurdistanî cejna Newrozê pîroz dikin

.

Li seranserî Kurdistana mezin, cejna Newrozê bi vêxistina agir, girtina govend û şahîyan tê pîrozkirin.

Îro, 20 Adarê ye û destpêka sala nû ya kurdî ye. Kurd ji vê rojê re dibêjin Newroz, yanê roja nû û destpêka demsala nû û demsala biharê ye. Ji ber wê jî li seranserî Kurdistanê ev cejn û helkeft bi çalakîyên rengareng tê pîrozkirin.

Mixabin îsal jî mîna par, Newroz di bin sîya vîrusa Koronayê de tê pîrozkirin, loma li hinek deveran çalakiyên sînordar tên kirin.

Li Başûrê welêt, cejna Newrozê bi şahî û azadî tê pîrozkirin. Tevahiya xelkê vî perçê Kurdistanê bi kincên xwe yên netewî û vêxistina agir û girtina govendê bi dilê xwe Newrozê pîroz dikin.

Ji ber wê jî li paytext Hewlêrê û li bajarên Silêmanî, Kerkûk, Duhok, Soran, Helebce, Akrê û gelek deverên din agirê Newrozê vêxistine û li ber ronahiya wî agirî kêf û şahiyê dikin.

Li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê jî cejna Newrozê tê pîrozkirin. Li Stenbolê cejna Newrozê îro bi vêxistina agir û gotina stranan û gotarên siyasî hat pîrozkirin.

Sibê (21 Adarê) li bajarên Diyarbekir û Wanê yên Bakûrê Kurdistanê jî cejna Newrozê tê pîrozkirin. Tê pêşbînîkirin gelek kes beşdarî pîrozkirina Newrozê bibin.

Li Rojhilatê Kurdistanê jî li bajarên Ormiye, Sine, Mehabad, Merîwan, Seqiz, Pîranşar, Kotol û gelek bajar û bajarok û gund û deverên din agirê Newrozê hat vêxistin û cejna Newrozê hat pîrozkirin.

Li Rojavayê Kurdistanê û deverên di destê rêveberiya xweser de jî bi taybet li bajarên Qamişlo, Amûdê, Eyn Îsa, Tebqa û Minbicê agirê newrozê hat vêxistin û Newroz bi govend û şahî hat pîrozkirin.

Pîrozbahî û çalakiyên Newrozê dê sibê jî berdewam bin.

Ormiye - Dizêya Mirgever 

îstanbul 

Eyn Îsa - Rojavayê Kurdistanê 

Akrê 

Amûdê - Rojavayê Kurdistanê 

Çilaxa - Rojava 

Çilaxa - Rojava 

Kurdistan Haberleri

Pîr Deyan Cefer: Nêzîkî 100 hezar zarokên Êzidî li koçberiyê ji dayik bûne
Berdevkê AK Partiyê: Divê HSD jî çekan deyne
Aslanê ku hestiyên kurê xwe di qutiyê de wergirtibû: Kesên wekî min êşbar aştiyê dixwazin
Bêrîvan Aymaz: Ez dixwazim berpirsiyariya bajarê Kolnê bigirim ser xwe
Midyad: Kurdên Êzidî piştî bi dehan salan vedigerin warê bav û kalan