KURD Û KURDISTAN BINGEHA XWE Jİ SÊ HEBÛNAN DIGIRE!

Abuzer Balî Han

“Em Kurdin şêrê çiyan e!

                               Da bijîn serbest û jîr!..”

Xwe pêşandanên Azadiya Kursistanê de ew rojên em tê de dijîn yek duruşma (silogan) hate pêş! Ew jî „Rojava, rojhilat e! Kurdistan yek welat e!“ Çi li welat û çi li dervayî welat cara yekem hemî Kurd bûne yek! Bi yek bangawaz azadiya Kurdistan xwestin! Navenda dewleta Kurdistan ya dema em tê de dijîn de Dewleta Federal Ya Kurdistan, Kurdistana Başur e! Ji ber ku ew heye û hemî perçeyên Kurdistanê li cîhanê temsil dike!.. Hemî Kurd lê bûne xwedî, wê demê ewê sînorên xwe heya ciyên Kurd lê dijîn yê bi gor quweta xwe yê dewleta xwe ya nûjen yekemîn pêk bîne!..

Kurd û Kurdistan bingeha xwe ji sê hebûnên girîng digire! Ji wana yek nexşa (xarîta) welatê Kurdan e! Hebûna dewemîn Ala Kurdistanê ye! Hebûna sêyem „Sirûda Netewî „Ey Raqîb“ e!.. Ji xeynî van hebûnan ya netewan dike netewe sê xalên dîn girîng jî hene. Ji wana yek zimanê hevpar e. Girîngiya duwemîn hişmendiya dîrokî ye! Girîngiya sêyem jî çanda hevpar e!.. Di çanda hevpar de yeketiya kevneşopiya Kurdan ya bastanî (görenek) û baweriyên ji hevûdu cûda cûda û hemî Kurdan hembêz dikin cîh digirin!.. Ew hebûnên Kurdan ku kesên Kurd nêzîkî hevûdu dike û hebûna Kurdewatiyê Kurdan pêk tîne!..

Pêwist e ku Kurdek baweriya xwe ji ew sê hebûnan: „Ala Kurdistan, Sirûda Kurdistan, Nexşa Kurdistan“ hebe!.. Kesên xwe Kurd dizanin ku baweriya xwe bi van sê hebûnên Kurd nîn e, ewna ne di xizmetê Kurd û Kurdistanê de ne!..

Neyarên Kurdan gelek in! Ewna dixwazin bi dek û dolavên xwe yên qirêj, Kurdan li dijî hevûdu wek îro çawa di rewşek qambax de bi kar tînin, ewna karê xwe her wûsa dixwazin berdewam bikin!..

 

DERHÊNANÊ SIRÛDA NETEWÎ YA KURD „EY REQÎB“

-YUNİS RAUF DİLDAR KOYÎ –

(20.02.1918-12.07.1947)

Li gor ew agahdariyên li jor hatî xûya kirin, di vê nivîsa yekemin de ez dixwazim sirûda (merşa) Kurd „Ey Raqîb“ û nivîskarê wê Yunis Rauf „Dildar“ Koyî (20.02.1918-12.07.1947) bi kurtahî behsa jiyana wî bikim.

Ew li Başurê Kurdistanê li bajarê Koyê (Koysancaxê) ji dayika xwe bûye. Yunis Rauf Dildar, bi sirûda (marşa) netewî ya Kurd „Ey Reqîb“ têye nasîn. Navê Yunis Rauf yê herî rast bi temamiya xwe „Yunis Mela Rauf Mela Mehmud Seîd“ e. Wî jî wek gelek helbestvanên Kurd yên din ji xwe re nasnavek (mahlas) dîtiye û piranî di helbestên xwe de, wî ew nava bi kar aniye. Ew nasnava jî wek tê zanîn navê „Dildar“ e. Dildar li Başurê Kurdistanê û di nav hemî helbestvanên Kurd yên mezin de têye nasîn û ciyê xwe wusa digire. Dildar bi dîwan û niştîmanperweriya xwe ya berz di nav gelê Kurdistanê de navdar e.

Di nav netewa Kurd de bi sedan heya hezaran şa’ir (helbestvan) hene. Ji afirandinên wan bi sedan dîwan, berhem û sirûdên netewî di nav neteweya Kurdistanê de dijîn. Lê ji wana ya herî bi nav û deng sirûda (marşa) netewî ya Kurd „Ey Reqîb“ ji aliyê helbestvanê nemir Yunis Rauf (Dildar) ve hatiye nivîsîn. Navê Yunis Rauf yê herî rast bi temamî „Yunis Mela Rauf Mela Mehmud Seîd“ e. Wî jî wek gelek helbestvanên Kurd yên dîn ji xwe re nasnavek (mahlas) dîtiye û piranî di helbestên xwe de, wî ew nava bi kar aniye. Ew nasnava jî wek tê zanîn „Dildar“ e. Dildar li Başurê Kurdistanê û di nav hemî helbestvanên Kurd yên mezin de têye nasîn û ciyê xwe wusa digire. Ew bi dîwan û niştîmanperweriya xwe ya berz gelek navdar e. Dildar di roja 20.02.1918 an de li Başurê Kurdistanê li bajarê Koyê (Koysancaxê) ji dayika xwe bûye.  

Yunis Rauf (Dildar) dibistana seretayî (pêşîn) li Raniyê, dibistana navîn jî, li bajarê Hawlêrê di sala 1935 an de qedandiye. Piştî xwendina navîn ew diçe bajarê Bexdayê û li wir di zanîngeha dadimendiyê (huquq) de dixwîne û wê diqedîne. Zanîngeh qedand şunda çend salan wek parêzer kar dike. Di wan salan de doza xizan û belengazên Kurdistanê dinase û mafên wan diparêze. Ew her dem parastina jar û neçaran dike û li dijî neheqiyê û li dijî zordestiyê radiweste! Ew di têkoşîna xwe li gel zahmetkêşan dike. Di têkoşîn û dozek wuha de çi li welat û çi li derveyî welat dengê Dildar her ku diçe bilind dibe! Ew bi kar û barên xwe yên welatparêzî di nav gundî û karkeran de baş têye nasîn…

Dildar ji sala 1937 an pê va ew di nav çalekiyên rêzanî de (polîtîk) jî ciyê xwe digire. Ji xwendekarên nişteciyên Hewlêr, Kerkûk, Silêmaniyê, Xaniqîn, Kifrî û Koyê bi hevra „Komelay Darkar“ ya sîyasî ava dikin. Di sala 1938 an de dewleta Îranê wî digirin û davêjin girtîgehê! Ew di zindanê de helbesta xwe ya bi navê „Ey Reqîb“ wê demê dinivîsîne!..

Dildar bes ne tenê bi wêjeya Kurdî re mijûl dibe, ew li ser wêjeya cîhanê û ya rojhilat û rojhilata navîn re jî mijûl dibe û radiweste. Dildar, bêtir li ser dîroka Yewnaniyan ya kevn, ya Fransê, Tirkiyê û ya Ereb û Farisan jî radiweste. Ew bi wêjeya  van welatan re pir mijûl dibe û li ser wan lêkolînan çêdike, dixebite û diweşîne!..

Dildar, ewqas bi wêjeya Kurd û Kurdistan, ya cîhanê re mijûl dibe, ku ji karê parêzeriyê re dema xwe namîne. Ew bêtir bi helbestvaniya xwe têye nasîn.      Helbesta xwe ya bi navê „Ey Reqîb“ û „Kurdistan“ wê demê di dev û dilê Kurdan de li Kurdistan digeriya! Ewna wek sirûd û stran dihatin gotin! Ji helbestên wî gelek di nav gel de wek kilam-stran her heya îro jîndar mane! Bi taybetî helbesta wî ya bi navê „Ey Raqîb“ wê demê di nav gel de gelek belav bûye û wek straneke popûler hatiye nas kirin. Di dawiyê de, ev helbesta Dildar ya di salên 1940 î de hatî nivîsîn, di sala 1946’an de dema Komara Mehabadê hate sazkirin, wê demê pêwistiyek sirûda netewî jî (millî) hate holê. Di destpêkê de helbesta Hejar ya wê demê nav û deng „Neft im, awê jiyan e!“ ji aliyê cihgirê serok wezîr û wezîrê pertwerdeyê Menaf Kerîmî û wezîrê kiştukal Mihamed Welîzade ve, ya wê demê hatî bû bestekirin wek sirûda netewî dihat gotin. Di meha Sebata sala 1946 an li gel alîkariya Sowyetê ya çekan, hin amurên (aletên) muzîkê jî, ji bo sirûdên leşkerî û netewî hatî bûn şandin. Bi ew amûrên muzîkê yên nûjen (modern) di navbeynê demek kurt de „Koma Bando“ hat damezrandin. Helbesta helbestvan Hejar bi şîweyek Ewrûpeyî bi amûrên bando dihat gotin. Di çarînek (çar rêzik, kit’a) helbesta hatî bestekirî û rêzikên di sirûd de dihatin dubare kirin de „Dayîka Niştîman“ û „Pêşaweyê Perwerdekar“ Serok Qazî Mihamed dihat pesinandin û berzkirin!..

Di çarînek sirûd de jî, erdnîgariya Kurdistanê li pêş çavan dihat rêxistin û bi wateyek mezin wusa dihat gotin:

                                   

 „Neft im, awê jiyan e,

                                      Le Sert û Kermanşan e.

                                      Baba Gurgur dizane,

                                      Le Mûsil da hemane!..“

 

Paşê ji bo pêşbirika sirûda netewî ya Kurdistan bête tesbîd kirin, komîteyek hate avakirin. Komite ji kesayetiyên Kurd yên ronakbîr pêk dihat. Di demek kurt de pêşbirika sirûda Kurd ya netewî hat amade kirin. Marşên tevî pêşbirika sirûdê bûyîn gelek bûn. Di nav xwe de sirûd hatin  rêzkirin û hilbijartin. Helbesta bi navê „Ey Reqîb“ Sirûda Kurd ya Netewî hate hilbijartin û hate pejirandin. Sirûda bijarte pêşkêşî Pêşewa Qazî Mihamed û wezirên hikumata Kurd bû. Gelê Mehabadê jî, ew sirûda hatî bijarte jê hezkirin û lê bûn xwedî. Di karûbarên Kurd yên resmî (mîrî) de dema sirûd hate pejirandin pêve heya roja îro ew sirûd ji aliyê Kurdan ve tê xwendin û parastin!..

Ey Reqîb îro jî, li Başurê welat bûyê sirûda netewiya Dewleta Kurd ya Federal.   Dildar di bin tesîra wêjeya Fransî de jî maye û ji helbestên La Fontaine û ji yên La Martine ewna wergerandine zimanê Kurdî. Di wan salan de di beşê wêjeyê de, wêjeya Kurdî wê demê cara yekem kurteçîrokên Kurdî jî nasîne. Kurteçîrokên Dildar di kovara Gelawêj de hatine weşandin…

Dildar di salên xwe yên jêhatî û cîwan de ji nav gelê xwe barkirye û zu çûye! Sedema mirina Dildar Koyî baş ne diyar e! Tê gotin ku xwarina li kantîna memurên Hewlêrê xwarî de jahr hebûye, an jî bi wê xwarinê, ew  jahrê ketiye! Sedema xwe çi dibe, bila bibe, di roja 12.07.1947 an de bi nexweşiya dilrawestinê, ew çûye ser heqiya xwe. Helbestvanê netewî Dildar li Hewlêrê di „Goristana Gewre“ de hatiye binax kirin!..

Nivisîna „Ey Raqîb“ bi tîpên Latîni wûsa ye:

EY REQÎB

 

Ey Reqîb her mawê qewmî Kurd ziman,

Nayşikênê daneyî topî zeman.

Kes nelê Kurd mirdûwe, Kurd zîndûwe,

Zîndûwe qet nanewê alakeman.

 

Qewmî Kurd heste ye serpê wek dilêr,

Ta be xwîn nexşî bikat tacî jiyan.

Kes nelê Kurd mirdûwe, Kurd zîndûwe,

Zîndûwe qet nanewê alakeman.

 

Ême roley mîdya û Keyxusrewîn,

Dînman, ayînmane nîştiman.

Kes nelê Kurd mirdûwe, Kurd zîndûwe,

Zîndûwe qet nanewê alakeman.

 

Ême roley rengî sor û şoreş in,

Seyrîke xwênawiya raburdûman.

Kes nelê Kurd mirdûwe, Kurd zîndûwe,

Zîndûwe qet nanewê alakeman.

 

Lawî Kurd hazir û amade ye,

Giyan fîda ye, giyan fîda ye, giyan fîdan.

Kes nelê Kurd mirdûwe, Kurd zîndûwe,

Zîndûwe qet nanewê alakeman.

 

                     -Ji Dîwana Dildar-

 

Sirûda netewî ya Kurd îro têye gotin „Ey Reqîb“ ji aliyê şêx Husên Ebdulkerîm ve wûsa hatiye bêstekirin. Bi zaravayê kurmanciya jor heya devoka Behdînan bi guhartinên bûyî wusa têye gotin:

 

 

 

 

 

 

01.02.2026

Abuzer Bali Han