Kurd û Amerîka-Rûsîya!

Şeyhmus Ozzengîn

Di nav şerê li Sûrîyê de, li ser erda Başûrê Rojavayê Kurdistan, Kurd, gûza di nav kefa destê Rûsîya û Emerîka de ne. Kîjan dest xurt be, ewê qinên nava gûzê ji xwe re bigire.

Rûsîya dixwaze di navbera kurdan û rejîmê de bibe navber û qinên gûzê bike para rejîma Sûrîyê.

Sûrîye, wek dewlet, helwesta wê li henber kurdan û destkevtinên kurdan dîyare. Bi dehan salane çi sîyaset li ser kurdan meşandibe, wê wê sîyasetê carek din bicîh bike. Ev ne tiştekî veşartî ye û helwest, di her daxûyanîyek berpirsên rejîmê de jî ev eşkere derketîye ber me.

Dema ku em, di dagirkirina Efrîn de helwesta Rûsîya bînin bîra xwe; emê helwest û armancên Rûsîyê carek din bibînin; ku armanca Rûsîyê, xurtkirina destê rejîma Sûrîyê bi xwe ye. Çawa dibe ku Kurd, vê helwest û karesatên sîyaseta Rûsîyê jibîr bikin? Rûsîyê rê da Dewleta Tirkîye, ku îro Efrîn bicarekê de hat hilweşandin. Demografîya Efrîn û derdorê wê hat guhertin û kurdan derbên mezin xwarin. Sebeba vê çi bû?

Di wê demê de Rûsîya tekez kiribû ku, “Kurd bi rejîmê re lihev neyên û bi rejîmê re tevnegerin, Emê hêzên (Rûsîya) xwe ji herêmê bikişînin û rê bidin Tirkîye ku Efrîn dagir bike.“(!) Ev, eşkere piştgirîya Rejîma Sûrîyê bû û Rûsîya, xwest kurdan ji bona vê piştgirîyê bike qûrban!

Di helwesta Rûsîya û rejîma Sûrîyê de çi hat guhertin ku niha hêzên çekdar yên kurdan carek din, li Bakurê Rojavayê Helebê bi hêzên Rûsîyê û rejîmê re tevdigerin? Rûsîyê, ji xeynî ku Kurd teslîmî rejîmê bibin, çi soz daye kurdan, ku di vî şerê xurtkirina destê rejîma Sûrîyê de cîh digirin?

Tê wê wateyê ku, hêzên çekdar yên kurdan di şerê li ser axê de, hêzên wekaletê ne û ev helwesta wan nehatîye guhertin! Hîn têkilîyên kurdan bi Rûsîya re û hin jî bi Emerîka re, li ser xalên leşkerî û li gor programa van herdû aktorên cîhanî, di asta şerê wekaletê de ye. Programek wan, lihevhatinek wan ya ku xwestinên kurdan biesasî, bingeh bigire tineye. Hêza wekaletê ya parastina berjewendî û stratejîyên van herdû aktorên cîhanî (Emerîka-Rûsîya) ne.

Îhtîmala şerê li derdorên Minbiç û İdlib berfireh bibe û bigihêje Til Temir û Eyn Îsa jî. Di virde jî wê hêzên çekdar yên kurdan di ênîya şer de, li gel artêşa rejîma Sûrîyê û Rusîyê cîh bigirin.

Di vir de Emerîka, ne terefgire, ku Kurd di ênîyek şer de li gel Rûsîya û rejîmê cîh bigirein.

Li ser sahê xurtkirina destê Rûsîya û rejîma Sûrîyê, ne di berjewendîyên kurdan û Emerîka de ne. Emerîka li dij vê hewla hêzên Kurdan e. Emerîka li dij wê ye, ku Kurd bi destê rejîma Sûrîyê û Rûsîyayê wek mertal bên bikar anîn!

Ji ber wê jî Emerîka bi destpêkirina şerê li İdlib re, ji kurdan re wek mesaj eşkere kir ku „ji şerê İdlibê dûr bisekinin“(!) Ji ber ku hin nakokîyên di navbera Tirkîye-Rûsîya û rejîma Sûrîye de û hin jî nakokîyên di navbera Tirkîye-Emerîka û Rûsîyê de denklemek piralî û pirhesab derdixe ber me. Divê Kurd, xwe ji dervê vê denklemê, li gor berjewendîyên Kurd û Kurdistan, xwedî porgramek netewî, tevbigerin û tenê parêzerên parastina axa xwe bin, ku bikaribin destkevtinên xwe biparêzin.

Her ku nakokîyên navbera Rûsîya û Tirkîye geş bibin, ji Rûsîya û Rejîmê re Kerta kurdan bêtir biqîmet dibe. Lê ku Kurd vê kertê bikar bînin, divê bizanibin ku wê têkilîyên kurdan û Emerîka jî derbê bixwe. Helbet di dagirkirina Girê Spî û Serê Kanîyê de, helwesta Emerîka a li henber dagirkirkerî û komkujîyên Tirkîyê, bawerîya kurdan ya bi Emerîka re jikestin xwar. Heta niha jî Emerîka ev karesat ji holê ranekirîye û nedîyarîya sîyaseta Emerîka ji bona kurdan, li herêmê berdewam e.

Wezîrê derve yê Rûsîya Sergey Lovrov, eşkere dike ku „agirbesta ku li İdlib bi terorîstan re pêk were, di berjewendîyên hêzên terorê deye û ev jî tê wateya ku em wan hêzan meşrû dikin“(!) Ev tê wê wateyê ku wê şerê li ser İdlib û derdorê wê geş bibe û erênîya agirbestê ne mumkûne. Wê ev jî nakokîyên Rûsîya û Tirkîye hîn Kûrtir bike.

Kurd divê van îhtîmalan gişan bidin ber çavên xwe û vegerin hevpeymanên Hevlêr û Dihokê. Ênîyek netewî avabikin. Ji berjewendîyên hizbî, rêxistinî, ku wan wek pergalek şerê wekaletê bikar tîne dûr bisekinin û xwe wek miletekî, liser axa xwe bihonin. Eger ev helwest dernekeve holê, wê Kurd bibin qinê gûzê ji rejîmê re û têkçûnek hîn mezintir li pêşîya wan e.

Divê Kurd bizanibin, stratejîya xurtkirina destê rejîma Sûrîyê, wendakirina kurdan bi xwe ye jî.

Wateya ketina İdlib û Minbiç, tê wateya xurtkirina rejîma Sûrîyê. Ev jî bidawîanîna şerê navxweyî yê Sûrîye ye. Di vê rewşa ku, Kurd ji vê re ne amadene de xurtbûna rejîma Sûrîyê, wê zerarek mezin bide kurdan.

25.02.2020