Kurd li ser guherîna navê Sûriyê rijd in

Hat gotin di proseya amadekirina destûra Sûriyê de Kurd li ser guhertina destûrê de ku di serî de navê Sûriyê tê, dê rijd bin.

Di konferansa 'Desthilatî û Ewlehî li Rojhilata Navîn' a ku li Hewlêrê encam da, berpirsekî kurd ku nexwest navê xwe eşkere bike ji Sputnîkê re ragihand, kurd di proseya avakirina komîsyona destûra Sûriyê de li ser guherîna destûrê dê rijd bibin. Wî berpirsî herwiha got nexasim divê navê 'Komara Erebî a Sûrîyê' bê guhertin û di nav navê dewletê de divê navê ti nijad û mezhebekî olî nîn bin.

Wî berpirsî herwiha got divê weke peşnîyara Konseya Demokratîk a Sûrîyê sîstemeke nenavendî be û divê sîstema nû, dê li ser bingeha demokrasiyê ava bibe.

CÎHAN Haberleri

Lavrov: Rêkeftina Îdlibê bi temamî nehat bicihkirin
Awûsturyayê hêmaya 'gurê boz' qedexe kir
Zaxarova: Peymanên me bi Tirkiye re, heta hetayê berdewam nabin!
Trump: Xaka DAIŞê ji sedî 100 hat kontirol kirin
Netanyahu û Putînî li hev kir