Kurd, giliyê Ebadî dikin

Endamên kurd ên Parlamentoya Iraqê giliyê Serokwezîr Heyder Ebadî kirin û derhekê wî de doz hat vekirin. Kurd wê li dadgehên navnetweyî jî giliyê wî bikin.

Endamên kurd ên parlamentoyê û endamên encûmenên parêzgehan heta niha çend îmze komkirine û derheqê Serokwezîr Heyder Ebadî de li Dadgeha Federal a Iraqê doz vekirin. Dibe li dadgehên navneteweyî jî derheqê Ebadî de doz were vekirin. Parlamenterên kurd dibêjin Ebadî bi qut û jiyana xelkê Kurdistanê dilîze û ev yek jê nayê qebûlkirin.

 

Serokê komîteya samanên siruştî yê Parlamentoya Kurdistanê Şêrko Cewdet dibêje: "Beramberî nedana mûçeyên fermanberên Kurdistanê, me dest bi kampanyayekê kiriye, ji bo em bi rêya dadgeha federal hikûmeta Iraqê dadgeh bikin."

Şerko Cewdet di berdewamiya axaftina xwe de got: "Em ê bi rêya çend fermanberan dozê vekin, heger pêwîst be, ji bilî dadgeha federal, em ê li dadgeha navdewletî jî dozê vekin, em dixwazin ev pirs bibe pirseke niştimanî, pirsa mûçeyê fermanberan bûye lîstik û propagendeya hilbijartinan."

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin