Kurd, Çima Divê bibin Xwedî Dewlet?

Şeyhmus Ozzengîn

Di Rojhilata Naverast de xurt, her gurê qelsan e, parî bi parî qelsan perçe dikin û dadiqurtînin. Mafê jiyanek birûmet û serkevtî ji qelsan re, ji netewên bê dewlet re, bêparastin re  ne mumkune. Di vê herêmê de bêdewletbûn, netew û kêmayetan dixe bin tehlûka jenosîd û wendabûnê.  Netewên bê dewlet, bê parastin, raserî komkujî û jenosîdên mezin tên. Ev misogerîya xwedîhêzan tenê ji bona ku bandora xwe zêde bikin û qelsan jiholê rakin têt bikaranîn. Di meşandina vê siyaseta serdest û netewkuj de pir netew wendabûne û li ber wendabûnê ne.

Di vî warî de mînaka herî berbiçav netewa Kurd e. Kurd di nav çardewletên herêmê de hatine perçekirin û parvekirin. Hebûna kurdan hatîye înkarkirin û netewa Kurd li ser axa xwe  raserî misogerîya talan, asîmîlasyon, jenosîd, komkujî û fermanan hatîye. Hemû tecrûbên kurdan dayê nîşan ku Kurd bê dewlet nikarin jiyana xwe wek netewekî bimeşînin û pêşî wendabûnê bigirin û xwe ji êrîşên jiholê rakirinê biparêzin.

Dîrokek Kurd û Kurdistan a berxwedanê heye ku hêjayî pesindanê ye. Di van berxwedanan de Kurd, Ji jenosîd, enfal, komkujî û heta çekên kîmyewî, raserî her cûre metodên nemirovî hatine. Di meşadina doza xwe de pir caran têk çûye, lê ti caran serdestîya tirk, Ereb û farisan, di bin serwerîya dijminan de bêdewletî qebûl nekirîye.

Ji bona ku her netew bikaribe xwedî li axa xwe, çanda xwe û hebûna xwe derkeve û di herêmê de bikaribin xwe ji êrîşên serdestan, dijminan biparêzin, mecbûrin ew jî xwe bigihînin asta xweparastinê. Bingeha vê jî dewlet bi xwe ye.

Çi divêtî hene ku netewek xwe bigihîne asta dewletbûnê?

Her çiqa li gor yasayên Netewên Yekbûyî, „mafê her netewî heye ku çarenûsa xwe bidest xîne"(!) jî, yên ku netewa li ser axa wan dike xwedî serwerî û dike dewlet wek mafekî yasayî ne hebûna  „mafê çarenûsê" ye. Ev maf her heye! A girîng ewe ku çawa û di çi şertan de netew dikarin vî mafî bidest xin. Hebûna vê yasaya mafdar bi sere xwe nayê ti maneyê.

Di virde du babet wek hîmên serete derdikevin pêşberî me:

1-Redkirina jiyanek bindestî û ji bona azadîya xwe, hewlên xwe bixwe îdare kirinê û pejirandina ku ewîndarê serxwebûna xwe ye. Ev di dîroka kurdistan de hatîye îspatkirin ku Kurd beşek ji vê ne.

2-Di hemû ceribandinên bi netewên serdest re netîce û tecrûbênên ku derdikevin holê. Ev jî hatîye îspatkirin ku yên hebûna kurdan ji holê radikin dagirkerên Kurdistan in.

Ev herdû xal pir girîngin û netewa Kurd meşrûîyeta dewletabûna xwe ji van herdû xalan distîne.

Netewek wek netewa Kurd ku xwedî dîrokek dirêj a serhildanan be û hemû daxwazên wî bên redkirin û her raserî metodên nemirovatî bêt, şertê ku bi netewên serdest re hevpar bijî namîne û nemaye. Di van mercan de mafê doza dewletbûnê ji kurdan re ne mafekî qereqûşî (kêfî) ye. Dewletbûn ji kurdan re mafekî rewa ye û bi ceribandin û tecrûbên xwe yên dîrokî re ev îspat kirîye ku xwedî mafin.

Gava duyem bikaranîna vî mafîye:

Li gor prosesên NY. Mafê kurdan heye ku bibin xwedî dewlet. Kurd li ser axa xwe a yekpare dijîn. Navê vê axa ku li ser dijîn Kurdistan e û sînorên vê axê dîyare. Kurd li ser vê axê bi hemû kêmateyên olî û netewîre xwedî nifusek mezin in û di aşitîyek hevpar de dijîn bihev re.. Îro li Başûrê Kurdistan bingeha hebûna parastin û otorîteyek netewa Kurd li ser axa Başûrê Kurdistan heye. Ev Hemû pîvan û hebûn dide nîşan ku Kurd li ser vî beşê axa xwe dikarin bibin dewlet.

Ji bona serî zelalkirina babetê pirsek din derdikeve ber me:

"Gelo Kurd ku bibin xwedî dewlet, wê bikaribin xwe bixwe birêkûpêk bikin, bê ku têkevin bin bandorek din?

Di vî warî de jî dewlemendî û dahatên Kurdistan, têra nifusa Kurdistan dike. Di ware "aborîyek serbixwe"de çend dewlet li cîhanê bibandorin ku ji kurdan ev bêt xwestin?

Kurd jî, wek her netewî wê di nava koma navnetewî de ji xwe re cîhekî parastinê çêbikin û wê di bazara cîhanî de xwedî kursî bin.

Di ware civakî de, civata kurd, civatek azad û vekirîye. Kurdistan, her bingeha pirolî û pirçandî parastîye. Ku îro li Kurdistan hîn jî ev bingeh hebe û hatibe parastin û mafê van kêmayetan  bi yasayan di bin parastinê de be, ev nîşanên hebûna hêjayîyên civakî û dîrokî yên netewa Kurd bi xwe ne.

Ne rewşa İraq û ne jî rewşa Sûriyê, ne rewşa ku wek berê bibin dewletên navend in. Kurd nikarin çarenûsa netewa xwe bi vê bingeha hilweşiyayî ve girêbidin. Nikarin bibin pergalê şerê mezhebî û berjewendîyên xwe jî bikin qurban ji wan re.

Dewleta Sûrîye û a İraq hilweşiyane. Wê rewşek nû derkeve holê. Di vê rewşê de Kurd eger bi hestên niştimanperwerî û Kurdperwerî dewra xwe bigerînin û têkiliyên navnetewî li angora berjewendiyên Kurd û Kurdistan sazbikin û têxin xizmeta netew û welatê xwe; ew wê di herêmê de bibin stêrka rewşa nû bi xwe jî.

Ev bicarekê de li ser milê aktorên serxwebûnê ne. Li ser milê Kurdperwer û niştimanperweran e.

28.06.2017