Kur û keçek ên evîndar xwe avêtin çem û xwe kuştin

Kur û keçekê piştî ku malbatên wan rê nedan bizewicin, li gel hev xwe avêtin çem û xwe kuştin.

Navenda Nûçeyan - Li gor medya xwecihî ya Îranê li qezaya Mescid Suleyman ser bi parêzgeha Xuzistanê ya Îranê ve, kur û keçek ên bi navên Bêhzad û Zeyneb, destên xwe bi hev ve girê dan û xwe avêtine nav çemê Gudar.

Şahidhal dibêjin, her çiqas hewl dane wan ciwanan rizgar bikin jî nekarîne û paşê alîkarî ji tîmên hawarçûnê xwestine.

Di wê girtevîdeoya ku hatîye belavkirin de, tê dîtin tîmên hawarçûnê termên Bêhzadê 22 salî û Zeyneba 18 salî ji avê derdixin ku destên wan bi hev ve girêdayî ne û dengê hawara xelkê jî di vîdeoyê de tê bihîstin.

Huseyin Mewlayî, Berpirsê Heyva Sor a Îranê ji medya Îranê re ragihandîye, li gor gotina malbatên wan, berî bûyerê wan herdu ciwanan wasîyetname nivîsandine, lêbelê ew wesîyetname nehatîye dîtin.

Her li gor zanyarîyan wan herdu ciwanan ji ber ku malbatên wan rê nedane jîyana hevjînîyê pêk bînin, xwe kuştine.

Ji bo zêdetîrê nûçeyê bitikînin

 

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin