Kujerê Tahîr Elçiyî tê destnîşankirin

Kujerê Tahîr Elçiyî ku 4 sal berê di daxuyaniya çapemeniyê de li ber Mînara Çarling hatibû kuştin, zelal dibe.

Raporta ku bi salan e Baroya Amedê bo Beşa avahisaziya adlî, Forensic Architecture ya di bin Kolêja Goldsmith a Zanîngeha Londonê, daye amadekirin, bi rayagiştî re hat parvekirin.

Di raportê de hat diyarkirin ku di bûyerê de, 3 polêsên di nava kolanê de tawanbar in ku weke A, C û D hatine kodkirin.

Di raporta ku di 14ê Kanûna 2018an de bo Serdozgeriya Komarê ya Amedê hatiye pêşkêşkirin de, hat eşkerekirin ku ev hersê polêsên bi kodên A,C û D, li ser xeta ku dikarîn gule berdin Tahîr Elçiyî bûn û tê dîtin ku di wê kêliyê de, çekên xwe bi bandor bi kar anîne û di nav wan de polêsê bi koda C, tekane polês e ku li ser xeta ku bi awayekî eşkere û bêasteng gule berdaye Eliçiyî.

 

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin