Kujerê Derhêner Rehîn Zebîhî hate desteserkirin

Roja Înê 7ê Kanûnê, termên derhênerê navdar ê Kurd ê ji navçeya Bane ya Rojhilata Kurdistanê Rehîn Zebîhî û birayê wî Keywan Zebîhî di nava otomobîleke şewitî de li nav dolekê li nêzîkî gundê Bêzero ya ser bi Baneyê ve hatibûn dîtin.

Di destpêka eşkerebûna bûyerê de wiha hatibû belavkirin, ku herdu Zebîhî yên bira di encama bûyere trafîkê de canê xwe ji dest dane, lê belê piştre endamên malbata wan û çend çalakvanên bajarê Baneyê ragihandin, ku wan guman ji bûyerê heye û daxwaza lêkolînê kirin.

 

Qayimmeqamê Baneyê ragihandiye, ew herdu bira hatine kuştin û kesê kujer ji aliyê hêzên polîs ve hatiye desteserkirin û di proseya lêkolînê de jî ji tawana xwe mikur hatiye, lê belê sedema kuştinê eşkere nekiriye.

 

 Rehîm Zebîhî ku derhênerekî bi nav û deng ê Rojhilata Kurdistanê ye, di sala 1971ê de li bajarê Bane ji dayîk bûye.

 

Zebîhî xwediyê çendîn kurtefîlman e û bi dehan xelatên navxweyî û cîhanî wergirtine.

 

Doh Yekşembê  termê derhênerê Kurd Rehîm Zebîhî û birayê wî li Beşa Hunermendan a Goristana Silêman Beg a bajarê Baneyê bi axê hate spartin.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin