Kujerê 7 endamên malbata Kurd hat desteserkirin

.

Mehmet Altun ku gumanbarê kuştina 7 endamên malbata Kurd a li navçeya Meram a Konyayê ye, hat desteserkirin. 

Mehmet Altun ku gumanbarê kuştina 7 endamên malbata Kurd a li navçeya Meram a Konyayê ye, hat desteserkirin.

Serdozgeriya Komarî ya Konyayê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand; Mehmet Altun ku di lêpirsîna serdozgeriyê de weke kujerê malbata Kurd a 7 kesî ya li navçeya Meramê tê dîtin, li navçeya Bozkirê hat desteserkirin.

Hat diyarkirin ku kujerê gumanbar Mehmet Altun, xwe li zeviyekî taxa Uçpinarlar a ser bi nevçeyê vedişart.

Duh jî derbarê komkujiya Konyayê de 10 kes hatibûn girtin. Di nav kesên ku hatibûn girtin de hevjîna kujerê gumanbar Mehmet Altun, Z. A, bavê wî Î. A, diya wî Î. A û xwişka wî, A. K hebûn.

Li navçeya Meram a Konyayê di êrîşeke çekdarî de sê ji wan jin, 7 welatiyên Kurd hatibûn kuştin.

Di êrîşê de Yaşar Dedeogullari yê 65 salî, Serap Dedeogullari ya 36 salî, Serpîl Dedeogullari ya 32 salî, Sîbel Dedeogullari ya 30 salî , Îpek Dedeogullari, Metîn Dedeogullari yê 45 salî û Bariş Dedeogullari yê 35 salî jiyana xwe ji dest dabûn.

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn