Kovara muzîka kurdî Ziryabê dest bi weşanê kir

Kovareke din li arşîva Kurdî zêde bû. Kovara muzîkê ya xwerû bi kurdî, tevahiya wê rengîn û li ser kaxeza kuşe Ziryabê dest bi weşanê kir.

Desteya weşanê ya Ziryabê ji van kesan pêk tê: Ji Siya Şevê Gokçe Selim û Serhat Temel, Harûn Elkî û Ozan Irmak. Edîtoriya kovarê jî Mevlut Oguz û Serhat Temel dikin.

 

Desteya weşanê armanca derxistina kovarê wiha vedibêje: “Em dixwazin pirsgirêkên muzîka kurdî û pirsgirêkên muzîkjenên kurd li her deverê û li her qonaxê bi zimanekî erênî, nêrînên berfireh û heta derfet hebe bi her zaravayên kurdî bên nîqaşkirin. Armanca me muzîka ku bi keda salan û bi nirxên bilind hatiye afirandin, bi çavekî zelal û guhekî vekirî berpêşî xwendevanên kurdî bikin. Hêviya me ew e ku ji muzîkjen û dilsozên muzîkê re qadeke nû ya xweîfadekirinê vekin. Û em dixwazin hinek be jî siya li ser muzîka kurdî rakin.”

ÇAND & HUNER Haberleri

Ji zimanzanan xebateke bêhempa: Rêbera Rastnivîsê
Chalak Events kargeha 'Sêva Mêxekrêj' li dar xist
Hefsar
Li Amedê Încîleke kevnar hat dîtin
Romaneke Nû ya Mehmed Dehsiwar: Çepera Giran (Şerê Merdan û "Nemerdan")