Kosret Resûl:”Girtina nûnerên Kurdan pirsgirêka Kurd aloztir dike”

Cigirê Yekem yê Sekreterê Giştî yê YNK’ê Kosret Resûl di derbarö girtina Hevserokên Giştî yên HDP'ê û parlamenterên wê de daxuyaniyekî nivîskî d

Cigirê Yekem yê Sekreterê Giştî yê YNK’ê Kosret Resûl di derbarö girtina Hevserokên Giştî yên HDP'ê û parlamenterên wê de daxuyaniyekî nivîskî da. Di daxuyaniya Resûl de wiha tê gotin; " Ji aliyê hikûmeta Tirk ve girtina Hevserokên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yûksekdag û nûnerên Kurdan  ew gelek xemgîn kirine.

Resûl diyar kir ku ew van girtinên li Bakûrê Kurdistanê pêk tên bi tundî şermezar dikin. ”Ew dubare dikin ku ev girtin mafê rewa yê gelan û demokrasiyê û pirsgirêka Kurd aloztir dike û rêya goftûgoyê asteng dike."

Cigirê Yekem yê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl di dawîya daxuyaniya xwe de got: ”Ew daxwazê  ji hûkimeta Tirk dikin ku demildest nûnerên Kurd bihên azadkirin”

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin