Kosret Resûl:”Barzanî derîyekî vedike, divê derî neyê girtin”

Cîgirê yekem yê sekreterê giştî yê YNK'ê Kosret Resûl Elî di derbarê daxuyanîya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de beyanek belav kir.

Cîgirê yekem yê sekreterê giştî yê YNK'ê Kosret Resûl Elî di derbarê daxuyanîya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de beyanek belav kir. Di beyanê de dihê gotin ku ew ê piştevaniya daxuyanîya Barzanî bike da ew bigihîje armanca xwe.
 
Daxuyanî weha ye;
 
"Di rewşa giran a Herêma Kurdistanê ku rastî rewşekî dijwar a siyasî û aborî hatiye, herwiha rastî metirsiyên giran û cûdabûnê li ser hene. Di wan şert û mercan de ku civaka gelê Kurdistanê pirsgirêkên jîyan û derbaskirinê roj bi roj nexweş û girantir dibe de, partiyên siyasî nikarîn li ser parastina destkeftên gelê me û berjewendiyên wê yên bilind alîkarê yek bibin.
 
Destpêşxêriya serok Barzanî ji aliyê wan şert û mercan de û ji aliyê erkên mezin ên kurd û Kurdistanê de xwedî nirxekî mezin e û deriyekî guncaw ji bo çareseriya pirsgirêkên siyasî yên Herêma Kurdistanê vedike, ku eger bi hişyarî û bi dilsozî bê cîhbicîh kirin, dikare pengavên pir baş bo çareserkirina aliyên aborî û jiyana xelkê gav bên avêtin.

Ji bo vê:
 
1-Ez bi navê xwe û hevalên xwe ve piştevaniya vê pêngavê dikim û bi hemû hêza xwe ve emê hewl bidin ev gav bigehe armanca xwe.
 
2-Ez daxwaz ji hemû tekoşerên YNKê dikim ku bi hemû hêza xwe ve piştevaniya çareseriya siyasî û aborî li destpêşxêriya Barzanî bikin û bibin hêzekî hişyar û dilsoz ji bo xizmeta gel û niştiman.
 
3-Hêvîdar im hemû partî û alî bi giyana li xwe borîn û hest kirina berpirsyariya dîrokî ve alîkarî bikin, ku ev destpêşxeriye bê kirin û pêngavên kêrhatî ve derbasbûna gelê me û Herêma Kurdistanê ya ji vê krîza metirs a hemû aliyê jiyana gelê me li xwe girtiye bê derbaskirin."

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin