Kosret Resûl: Ew cihên Pêşmerge rizgrkirine dê vegerin ser Herêma Kurdistanê

Cîgirê Yekemîn ê Sekreterê Giştî yê YNKê û cigîrê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl çûye navçeya Xurmatû û serdana Hêzên Pêşmerge kirîye.

Li gorî Tv ya Rûdawê, di yekemîn roja Cejna Qurbanê de Cîgirê Yekemîn ê Sekreterê Giştî yê YNKê û cigîrê Serokê Herêma Kurdistanê Kosret Resûl çûye navçeya Xurmatû û serdana Hêzên Pêşmerge kirîye.
Resûl piştî pîrozkirina cejna pêşmergeyan, gotîye: "Ew ji bo pîrozkirina cejna birayên xwe yên Pêşmerge hatine ku ew 3 sal in li vê eniyê berevaniya kurd û Kurdistanê dikin.  Di cejnê de jî mal û zarokên xwe bicîh hiştine û li vir in. Ew di oxira Kurdistanê de şehîd dibin."

Kosret Resûl ji bo referandumê jî gotîye: "Biryar hatîye dayîn li hemû navçeyên Kurdistanê referandum were kirin. Ew cihên ku Pêşmerge lê ne û bi destê Pêşmerge hatibine rizgarkirin dê vegerin ser Herêma Kurdistanê."

Navçeya Xurmatû ser bi parêzeha Selahedîn a Iraqê ye û nêzîkî 100 km ji navenda parêzgehê, bajarê Tikrîtê dûr e.

Xurmatû yek ji navçeya Kurdistanê ye ku dikeve sînorê madeya 140ê ya destûra Iraqê. Hejmara gelheya navçeyê 220 hezar in. 55% jê kurd in, 15 ereb in û 30 jî tirkmen in.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin