Kosret Resûl daxwaza ragirtina civîna Encûmena Serkirdayetîya YNKê kir

Serokê Encûmena Bilind a Sîyasî û Berjewendî ya Yekîtîya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl Elî daxwaza ragirtina civîna Encûmena Serokatîya YNKê kir.

Navenda Nûçeyan - Roja sêşemê 11.02.2020an Serokê Encûmena Bilind a Sîyasî û Berjewendî ya YNKê Kosret Resûl Elî nameyek ji bo Encûmena Serkirdayetîya YNKê şand û têde daxwaza ragirtina civîna encûmenê partîya xwe ku pêdeçûna bo biryaran kir.

Kosret Resûl Elî di wê nameyê ku nusxeyek bo BasNewsê jî hatîye şandin ragihandîye: “Agahdarkirina we ji bo me girîng e ku Encûmena Bilind a Sîyasî û Berjewendî ya YNKê berpirsyar e li parastin û cîbicîkirina biryarên kongrê û peyrewa navxwe. Piştî civîna encûmena serokatîyê û pesendkirina biryarên hestîyar îro encûmena bilind weke erka xwe civîneke neasayî bi serokatîya Kosret Resûl encam da û biryara ragirtina civîna Encûmena Serokatîya YNKê gotûbêj kir.”

Herwiha Kosret Resûl Elî bo di nameya xwe da gotîye: “YNK ketîye di rewşekê de ku pêwîst e serferberî were kirin. Pêwîst e civîna taybet û berpirsyane bo gotûbêjên çareserkirina pirsgirêkan û pêdeçûna cîyawazîyan bikin û piştî vê civîn û lêtêgihîştinê biryara civîna encûmena serokatîya berdewam be. Daxwaza min ji hemû alîyan ew e hemû egeran li berçavan bigirin û rewşa bê baştirkirin.”

Hêjayî gotinê ye nameya Kosret Resûl di demekê de ye ku îro Encûmena Serkirdayetîya YNKê di civîna xwe da deng li ser hevserokatîya Bafel Talabanî û Lahûr Cengî bo YNKê da bû.

 

 

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin