Koşka Sipî: Em ê hêzên xwe ji Sûriyê vekişînin

Berdevka Koşka Sipî Sarah Sanders ragihand, ku ti guhertin di karên îdareya Amerîkî de çênebûye û nerîna serokê Amerîkayê Donald Trump, li ser wan karan zelal e û dixwaze di zûtirîn dem de, hêzên Amerîkî ji Sûriyê vekişîne.

Sarah Sanders got, ku Amerîka rijd e li ser jinavbirina DAIŞê bi yekcarî û nehiştina wan astengiyan, ku rê li ber vegera hêzên wê digirin.

Ew daxuyaniyên Koşka Sipî di demekê de ne, ku duh serokê Frensa Emmanuel Macron ragihandibû, wî kariye serokê Amerîka Donald Trump razî bike, ku hêzên Amerîkî li Sûriyê bihêle.

Di Şemiya derbasbûyî de, 14/4/2018an, Amerîka, Frensa û Birîtanya, bingehên serbazî yên rêjîma Sûriyê bordûman kirin.

Ew bordûmana Amerîka û hevpeymanên wê, piştî wê yekê hat, ku di 7/4/2018an, hêzên rêjîma Sûriyê bi çekên kîmyewî êrîşî bajarê Dûma yê Xûta Rojhilat kirin û di encamê de, nêzîkî 150 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dan.

KURDISTAN Haberleri

Li PAKa Wanê Bîranîna Mele Mistefa Barzanî
Li Batman PAKê bîranîna Barzanî
Êrîşî Baroya Amedê hat kirin
NY: Herî kêm 84 kes wexta ji DAIŞê direvîyan hatine kuştin!
Li Amedê avahîyek hate valakirin