Koordînasyona Heskîfê: Qeyûm ji bo pêkanîna Bendava Ilisûyê hatîye tayînkirin

Koordînasyona Heskîfê dîyar kirîye, ku tayînkirina qeyûm ji bo Şaredarîya Êlihê rasterast bi projeya Bendava Ilisûyê û projeyên HESê ve girêdayî ne û gotîye: “Texrîbatên qeyûmên berê ku hatibûn tayînkirin li peyî xwe hêştîye nîşaneya vê yekê ye.”

Navenda Nûçeyan - Koordînasyona Heskîfê li dijî tayînkirina qeyûman daxuyanîyek nivîskî belav kirîye û gotîye, tayînkirina qeyûm ji bo Şaredarîya Êlihê rasterast bi projeya Bendava Ilisûyê û projeyên HESê ve girêdayî ne. Koordînasyonê destnîşan kirîye, ku ji ber vîrûsa Koronayê li cîhanê gelek projeyên hilweşandinê bi awayekê derbasdar hatine sekinandin û desthilata navendî ya Tirkîyeyê jî ev yekê veguherandîye fersendê. 

Hukumet dixwaze rêvebirîya xwecîhî têxe bin deste xwe

Koordînasyonê destnîşan kirîye, hukumet, bi tayînkirina qeyûmên şaredarîyên Êlih, Farqîn, Licê, Erxenî, Gêl, Norşîn û bajarokên Halfelî û Gokçebagê  dixwaze rêveberîya xwecihî hilde bin serwerîya xwe û îradeya gel hatîye desteserkirin.

Bila demildest biryara tayînkirina qeyûman bi paşve were girtin

Koordînasyonê dîyar kirîye, Hevşaredarên Êlihê yên niha desteserkirîne li dijî projeya Bendava Ilisû û her projeyên ku xwezayê talan dikir derdiketin û ji ber vê yekê jî bûne hedef. Koordînasyonê da zanîn ku tayînkirina qeyûman ne hiqûqî ye û qeyûm tayînî ser vîna gel û şaredarîyên xwedî feraseta gelparêz û şoreşger kirine û ji niha şûn ve dixwazin bi feraseta qeyûm birêve bibin. Koordînasyon ragihandîye û gotîye, ew wek Koordînasyona Heskîfê dibêjin ku bila demildest biryara tayînkirina qeyûm paş ve were girtin.

Bianet

 

Siyaset Haberleri

Çalakiyên berfireh bi hilkefta 22ê Pûşperê li Rojhilatê Kurdistanê bi rê ve diçin
Riha û Urmiye bûn destbirak
Şêwirmendê Ewlekariyê ya Iraqê: Divê mûçeyên karmendên Kurdistanê bên dabînkirin
Trump nameyeke gumrikê ji 7 welatên nû re şand!
Dadgehê ji tevgera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ji bo 13 kesan îdam û 219 sal ceza da