Konsulxaneya Îranê li Necefê bo cara duyem hat şewitandin

Careke din jî Konsulxaneya Îranê li bajarê Necefê ji alîyê xwepêşanderên Iraqî ve hate şewitandin.

Navenda Nûçeyan- Rêveberîya Berevanîya Şaristanî ya Necefê bûyer piştras kirîye û ragihandîye, tîmên wan piştî ku ji şewatê hatin agahdarkirin, çûne cihê avahîya Konsulxaneya Îranê û agir vemirandin.

Ev duyem car e di nava 4 rojan de Konsulxaneya Îranê li Necefê tê şewitandin.

Roja Çarşema heftîya derbasbûyî 27ê Mijdarê jî xwepêşanderên Iraqî êrîşî Konsulxaneya Îranê ya li Necefê kiribûn û agir berdabûne avahîya wê konsulxaneyê.

Xwepêşanderên bi hêrs ala Îranê anîbûne xwarê û ala Iraqê li ser avahîya wê konsulxaneyê bilind kirin. Piştre şer û pevçûneke tund di navbera xwepêşander û hêzên emnî yên Iraqê de derket û çend xwepêşander hatin kuştin. Piştî wê bûyerê, li parêzgehên Nasirîye û Zîqar, bi dehan xwepêşander hatibûn kuştin û di encamê de li ser rênimayîyeke Lêvegerê Şîeyên Iraqê, Ayetullah Elî Sîstanî, serokwezîrê wî welatî, Adil Ebdullmehdî dest ji kar berda.

Wek nerazîbûn li hember rola Îranê li Iraqê, ji destpêka xwepêşandanên li Iraqê ve xwepêşanderên nerazî ji 5 konsulxaneyên Îranê yên li seranserê Iraqê, êrîşî 3 konsulxaneyên wî welatî yên li Besra, Necef û Kerbelayê kirine.

Îranê li Herêma Kurdistanê jî du konsulxane hene ku li Hewlêr û Silêmanîyê ne, û li Iraqê tenê ew herdu konsulxaneyên wî welatî rastî êrîşan nehatine û parastî mane.

Çavkanî: Rûdaw

Siyaset Haberleri

Operasyonên li ser 17 şaredariyên CHPyê: 13 şaredar hatin girtin
Almanya difikire ku ji bo Ûkraynayê ji Amerîkayê sîstema Patriotan bikire
Rejîma Îranê di meha Hezîranê de 99 girtî bi dar ve kirin: 22 kes ji wan Kurd in
Gelek siyasetmedarên Iraqî tên tehdîdkirin
Şanda ENKSê ji bo mafên Kurdan bi berpirsên hikûmeta Sûriyê re civiya