Konsulê Brîtanyayê bi cil û bergên Kurdî pîrozbahiya Newrozê dike

.

Konsulê Giştî yê Brîtanya yê li Herêma Kurdistanê James Thornton bi rêya K24ê, bi boneya cejna Newrozê peyama pîrozbahiyê ya welatê xwe li temamê gelê Kurdistanê digihîne. 

Konsulê Giştî yê Brîtanya yê li Herêma Kurdistanê James Thornton bi rêya K24ê, bi boneya cejna Newrozê peyama pîrozbahiyê ya welatê xwe li temamê gelê Kurdistanê digihîne.

James Thornton ji K24ê re ragihand: “Ez kêfxweş im ku li vir, li Herêma Kurdistanê pîrozbahiya cejna Newrozê li her kesî dikim. Ez hêvî dikim sala nû, saleke gelek bextewer û xweşî bibe ji bo her kesî, herwiha ji aliyê tendirustiyê ve jî saleke bi silamet bibe.”

Thornton diyar kir: “Divê em hemû maskan bi kar bînin û li gor rênimayan cejna Newrozê pîroz bikin, da ku em nebin sedema belavbûna zêdetir a vîrusa Koronayê ku mixabin bûye sedema mirina hejmareke mezin û wisa xuya dike ku hejmara pêkatiyan her roj zêde dibe.”

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye