Konsula Amerîkayê: MEPS platformeke girîng e ji bo nêrîna li paşeroja Iraq û herêmê

.

 Konsula Giştî ya Amerîkayê li Dihokê Wendy Green ku beşdarî şeşemîn Korbenda Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn (MEPS) bûbû, pîrozbahî li organîzatorên korbendê kir û kêfxweşiya xwe ji bo guhdarîkirina nêrînên serkirdeyên Kurd û Iraqê yên derbarê paşeroja herêmê de anî ziman.

Wendy Green bi taybetî pîrozbahî li Zanîngeha Amerîkî ya Kurdistanê - Dihok kir ji ber mêhvandarîkirina korbenda îsal û pêşwazîkirina hejmareke ewqas zêde ya beşdarên payebilind. Herwiha spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û hemû rêkxistvanan kir ji bo serkeftina korbendê.

Wendy Green da zanîn, ew gelekî kêfxweş e ku derfet jê re çêbûye ji nêz ve guh bide nêrîn û têgihiştinên serkirdeyên Iraqî û Kurd derbarê paşeroja Iraq û Rojhilata Navîn de.

Korbenda Aştî û Ewlehiyê ya Rojhilata Navîn (MEPS) duh 18ê Mijdara 2025an, bi amadebûna Serok Mesûd Barzanî û beşdariya bi sedan serkirdeyên siyasî, dîplomat û akademîsyenan li Duhokê dest pê kir.

Di korbendê de, Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî beşdar in û armanca sereke gotûbêjkirina kêşe û aloziyên herêmê û dîtina rêyên çareseriyên demdirêj e.

Kurdistan Haberleri

PDK postê Cîgirê Serokwezîrê Iraqê werdigire
Li Kerkûkê sala nû ya xwendinê bi bilindkirina Ala Kurdistanê dest pê kir
Xwediyê Mazdek AIyê: Me li şûna zarokan makîne fêrî Kurdî kirin
Joe Wilson: Îraq bûye parêzgeheke Îranê
Nêçîrvan Barzanî: Wefadariya herî baş a ji bo Mam Celal yekîtî ye